Pervîn Buldan: Em ê ji bo jiyana bi hev re têbikoşin

  • 13:59 21 Nîsan 2018
  • Ramyarî
BURSA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di ziyaretên li Bûrsayê de diyar kir ku dê di demek herî nêzîk de namzetê xwe diyar bikin û wiha got: "Em dê di demek herî nêzîk de namzetê xwe diyar bikin. Namzetê ku em hilbijêrin dê gelê Tirkiye wî-wê hembêz bike. Dê yekîtiya gelan, wekheviya gelan, demokratîkbûna Tirkiye û aştiyê biparêze. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Heyeta pê re, di çarçoveya xebatên Hilbijartina pêşwext, piştî ziyareta li Kocaelî û Îzmirê, derbasî Bûrsayê bûn. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Garo Paylan, Muslum Dogan, Ertugrul Kurkçu û Hevseroka HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay jî di nava heyetê de cih girtin. Endam û rêveberên MYK û Meclîsa HDP'ê jî piştgirî dan gera heyetê. Heyetê li Bûrsayê bi gelek nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinen demokratîk di taştê de hatin cem hev. Li civîna taştê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, axaftin kir û wiha got: "Di serdema AKP'ê de gelek beşê civakê para xwe girt. "Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, AKP darbe kir hincet û OHAL û KHK xist meriyetê. AKP hemû derfetên dewletê xistin xizmeta xwe. Hewl da hemû kesan belav bike û perçe bike. Ji HDP'ê de dest bi perçekirin û tasfiyê kir. Bi taybetî bi êrişa li ser Kerkuk û dagirkeriya Efrinê êrîşî nirxên gelê kurd kirin. Statuya herêmî ya gelê kurd hikûmeta  AKP'ê bêzar kir. Şer li ku dibe bila bibe hemû civaka wê herêmê dikevin bin bandora şer. Ji ber şerê li Efrînê cenazeyê leşkeran çû her derê Tirkiyeyê. Guleyê li ser Efrînê hatin barandin ji bêrîka gelê Tirkiyeyê derket. Herî zêde gelê Tirkiye zerar ji şerê li Efrînê dît. Dîsa gelê Efrînê zerar ji şer dît. Li şîna pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin şer tercîh kirin. Hesabê îktîdarê kirin. Gelê Tirkiye helwesta xwe ya aştî, wekheviyê û demokrasiyê nîşan da. Ji ber vê yekê neçar man ku biçin Hilbijartina pêşwext. 
 
Pervînê, anî ziman ku hikumetê beriya biryara hilbijartinê bistîne kampanya "Em dê çawa HDP'ê tasfiye bikin' dan destpêkirin. Ewil hevşaredarên me girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Piştre hevserokên partiya me û wekîlên me girtin. Niha 9 wekilên me li girtigehê dîl hatine girtin. Ji ber ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi taybetî li dijî Selahattin Demirtaş kîn û nifrînekê pêş dixe. Hewl dide tolê ji wî hilîne. Sedema ku niha Selahattin di girtîgehê de ye, ji ber biryara Recep Tayyip Erdogan a li hemberî Selahattin e. Partiya me her dem got "Demokrasî, azadî, wekhevî û siyaseta demokratîk. Ji niha û şûnde jî em dê di vê yekê de israr bikin." 
 
Pervînê, herî dawî anî ziman ku pêdiviya Tirkiye ji aştiya civakî heye û ev yek ancak bêyî AKP-MHP'ê pêk bê. Pervînê, bal kişan ser hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê û namzet û wiha got: "Namzetê ku em hilbijêrin dê gelê Tirkiye wî-wê hembêz bike. Dê yekîtiya gelan, wekheviya gelan, demokratîkbûna Tirkiye û aştiyê biparêze. Em dê di demek nêzîk de namzetê xwe bi raya giştî re parve bikin."