Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didomin: Jinê AKP'ê ji îktidarê bixe

  • 13:08 21 Nîsan 2018
  • Ramyarî
HATAY - HDP dest bi xebatên hilbijartinê kir û li Erzînê bi gel re hat ba hev. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr bang li gel kir û got ên ku dê AKP'ê ji îktidarê bixin ew ê jin bin. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Parlamentera Serokatiya Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr û heyeta bi wan re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn Erzînê li wir konvoyê ew pêşwazî kir. Piştî tûra konvoyê ya li navçeyê, HDP li avahiya navçeyê bi gel re hatin ba hevdu. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku HDP partiya hevkariya cudahiyan e, yekperestiyê naparêze û got:"Li dijî hemû zext û êrîşan em wekî HDP'ê li ser piyan e me bejna xwe netewand. Ev helwestek gelekî girîng e. Kesên ku serî hildan û jiyanek azad xwestin niha di girtîgehan de ne. Em wan slav dikin. Em soza berdewamiya têkoşîna wan didin. Di heman demê de HDP partiya jina ye. Loma zext herî zêde li ser jinan tê kirin. Dê ketina îktidara AKP'ê jî bi destên jinan û bi pêşengtiya wan pêk bê."
 
'Heta aştî û demokrasî bê vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Hevsrokê HDP'ê yê Giştî Sezaî Temelli anî ziman ku zihniyeta ku 16 sal in îktidar e, tiştek ji vî welatî re nekir û got:"Her roj mafên me binpê dikin. Ev pêvajoya darbeyê ye. Bê fedî ji Şirnexê ji sedî 99 ray dixwazin. Hûn ê ji Şirnexê şîmaqek pir baş bixwin. Li bajarên ku xera kirine ketine nava polîtîqaya TOKÎ'yan. Dibêjin heger hûn rayê xwe bidin AKP'ê em ê xaniyan bide we. Ew ê bersiva xwe bigirin. Ev pêvajoya hilbijartinê di hema demê de pêvajoya me ya têkoşînê ye. Heta aştî û demokrasî bê vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Heyeta HDP'ê ew ê li Îskenderûn û li Antakyayê jî bi gel re werin ba hevdu.