Gulistan Kiliç Koçyigit: Tifaqek Tirkiyeyê ya nû tê avakirin

  • 10:19 20 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Beritan Canözer
 
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit anî ziman ku 24'ê Hezîranê dê destpikêk nû bi xwe re bîne û got:"Tifaqek  mezin a gel, tifaqa mezin a muhalefetê û tifaqek nû ya Tirkiyeyê tê zayin. Divê em wekî karker, jin, mamoste, bijîşk, Alevî, Kurd, Ermenî û ciwanên vî welatî xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin."
 
Biryara hilbijartina pêşwext a tifaqa MHP û AKP'ê  bû rojeva raya giştî ya yekem û ji gelek aliyan jî bertek li dijî vê biryarê hat nîşandan. Hilbijartinên pêşwext wekî amûra ku kêmasiyên îktîdarê bigire tê nirxandin. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit biryara hilbijartina pêşwext nirxand û got:"Komkujiyên ku di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de hat kirin, Rewşa Awarte (OHAL) ya ku piştî 15'ê Tîrmehê de hat îlankirin û ew pêvajo û biryara ku derbarê hilbijartina pêşwet de hat dayin, têkçûyina AKP'ê radixîne pêş çavan."
 
Gulistanê da zanîn ku her dem îktidara heyî dibêje "ji bo lîstikên ku tê lîstin me biryara vê hilbijartinê da" lê em baş dizanin ku ji bo çi biryara hilbijartina pêşwext hat dayin. Gulîstanê bi lêv kir ku civaka ku her dem tê çewisandin tê xwestin ku dîsa bi komkujiyên mezin rû bi rû bên hiştin. 
 
'Sedema bingehîn a tifaqê dijminahiya li dijî Kurdan e'
 
Gulîstanê bi lêv kir ku tifaqa AKP û MHP piştî 15'ê Tîrmehê mezintir bûye û got:"Sedema bingehîn a vê tifaqê jî dijminahiya li dijî Kurdan e. Her dem destkeftiyên Kurdan hedef hatin girtin. Qayim tayînî ser şaredariyên DBP'ê kirin û ev tifaq pêk anîn. Gel li dijî pêkanînên AKP û MHP'ê çûn ser sindoqan û gotin 'NA' lê bi saya YSK'ê rayên NA'yê kirin 'ERÊ'."
 
'Rewşa Awarta bandora xwe li ser her aliyê jiyanê dike'
 
Gulîstanê da zanîn ku di pêvajoya Rewşa Awarte de (OHAL) hilbajartinek bi edalet pêk nayê û di vê pêvajoyê de hikumet berpirs e ku ewlehiya civakê bê mîsogerkirin. Hikumet nikare civakê bi rê ve bibe, ketiye nav krîzekê. Ji bo li vî welatî siyasetek rast bê meşandin û pêvajo bê sererastkirin em muhalefetek rast e. Em ê xebatên xwe yên hilbijartinê jî li ser van esasan bimeşînin. "
 
'Dê di vê hilbijartinê de AKP bi ser nekeve'
 
Em amade ne ku bi gelê xwe re beşdarî vê hilbijartinê bibin. Lê AKP dê di vê hilbijartinê de bi ser nekeve."
 
'Tifaqek nû ya Tirkiyeyê ava dibe'
 
Gulîstnê bi lêv kir ku li dijî tifaqa ku Tirkiyeyê dikişîne ser kortalên mezin, tifaqek mezin a gel û muhalefetê tê avakirin û got:"Ji bo vê tifaqê divê em hemû bibin yek. Dema ku em çûn ser sindoqan divê em hemû, sekna xwe ya bi biryar û hêza xwe nîşan bidin. Dê 24'ê Hezîranê bibe sedema destpêkek nû. Loma em bang li hemû kesên ku dixwazin ji faşîzma AKP û MHP'ê rizgar bibin, bibin yek."