Serokomar dîroka hilbijartina pêşwext aşkera kir: 24'ê Hezîranê

  • 16:30 18 Nîsan 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan, daxwaza Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya hilbijartina pêşwext di cih de dît  û got, "Biryar hatiye dayîn ku wê hilbijartin di 24'ê hezîrana 2018'an de bê kirin."
 
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokomar Tayyîp Erdogan bi rojeva hilbijartinên pêşwext  li koçşka serokomar hatin gel hev. Hevdîtina wan nîv saetê berdewam kir. Tayîp Erdogan piştî hevdîtinê diyar kir ku wî pêşniyara Dewlet Bahçelî ya ji bo hilbijartina pêşwext di cih de dîtiye û anî ziman ku wê hilbijartin di 24ê hezîrana 2018'an de bê kirin.