HDP dadikeve qadan: Dê startê li Îzmîrê û li Mêrsînê bê dayin

  • 12:08 18 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Rêxistina HDP'ê piştî niqaşên hilbijartina pêşwext û tevî hemû zextên li ser partiya wan ên zêde, starta xebatên rêxistinî û çalakiyên li kolanan dan. Rêxistina HDP'ê sibê li Îzmir û Mêrsînê dê starta “Hamleya rêxistinî" bide. Xebat dê heta 30'ê Nîsanê li bajar û navçeyan bi geran berdewam bike. 
 
Niqaşên hilbijartina pêşxext, piştî Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî xwest hilbijartin di tebaxa 2018'an de pêk bê, ket rojevê. Hilbijartina pêşwext bû mijara sereke. Di vê pêvajoyê de HDP ku herî zêde rastî operasyonên siyasî astengî û zextan tê, starta xebatên rêxistinî û derketina kolanan da. HDP, sibê dê li Îzmir û Mêrsînê dest bi xebatên rêxistinî bike û heta 30'ê Nîsanê li gelek bajar û navçeyan gerê pêk bîne. Dê bi tevlîbûna Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan seferberiya rêxistinî bidin destpêkirin û li bajar û navçeyan bigerin. 
 
Seferberiya rêxistinbûyinê
 
Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP'ê derbarê xebatan de ji bajar û navçeyan re giştînameyek şand. HDP'ê di giştînameyê de diyar kir ku ji bo xebatek bi rêxistin û bi bandor xwest hemû rêxistinên bajar û navçeyan têkevin nava tevgerê. Di giştînameyê de hat diyarkirin ku li Tirkiye hêzên faşîzmê dixwazin demokrasiyê tasfiye bikin û wiha got: “HDP, bi awayekî bawerî û bi biryar li dijî faşîzma ku dixwaze demokrasî û aştiyê perçe bike têkoşînê dide. HDP hêza siyaseta demokratîk e. HDP navenda herî rasteqîn û zexm a komara demokratîk û civaka demokratîk, neteweya demokratîk e." 
 
HDP starta bernameyê di 19'ê Nîsanê de li Mêrsîn û Îzmirê dide û dest bi gera rêxistinkirin û starta kolanan dike. Dê xebatên xwe yên gera rêxistinbûnê heta 30'ê nisanê berdewam bike. Heyeta Mêrsînê dê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di 20'ê nîsanê de li Edeneyê di 21'ê nîsanê de li Hatayê berdewam bike. Heyeta ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan beşdar bibe jî dê di 19'ê Nîsanê de Îzmirê, di 20'ê Nîsanê de li Kocaelî û di 21'ê Nîsanê de li Bursayê tev li bernameya rêxistinî bibin. 
 
Pervînê û heyeta pêre dê di 26'ê Nîsanê de li Îdirê, di 27'ê Nîsanê de li Agirî, di 28'ê Nîsanê de li Wanê, di 29'e Nîsanê de li Colemêrgê ziyaretan pêk bînin. Heyeta ku Sezai Temellî di nav de jî dê di 26'ê Nîsanê de li Riha, di 27'ê Nîsanê de li Mêrdîn, di 28'ê Nîsanê de li Sêrtê, di 29'ê Nîsanê de jî li Şirnexê di 30'ê Nîsanê de jî li Cizîrê tev li bernameyê bibe.