Hamîde Yîgît: Li dijî Soçî dema ferzkirna Cenevreyê dest pê dike

  • 09:03 17 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît diyar kir ku êrîşên li hemberî Sûriyeyê pir zêde tiştekî naguherin û wiha got: “Lê di pêvajoya muzakreyê de li dijî Soçiyê dema ferzkirina Cenevreyê tê. Pêşeroja gelê Sûriyeyê wê gelên Sûriyeyê diyar bikin. Ev her diçe zelaltir dibe.
 
DYA, Îngîlîstan û Fransayê li hemberî hinek nokteyên li Şam, Hama, Humus, Dera û Suveyda ya Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk anî. Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît ev êrîş nirxand.
 
‘Îngîlîstan û Fransayê îlan kir ku di lîsteya esas de cih digire’
 
Hamîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîş ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye û mudaxaleyek emperyalîste û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev li dijî qanûn û dadgehên cezaya navneteweyî ne. Sûcê şere. Di encamê de mirov divê li niyetê binêre. Niyek eve ku Îngîlîstan û Fransayê di şerê Sûriye an jî Rojhilata Navîn de di lîsteya esas de cih girtiye. Peyama ‘Ez jî di vê planê de me’ didin.”
 
‘Hewl didin nîşan bidin îparatoriya cîhanê nîşan bidin' 
 
Hamîdeyê daxuyakirin ku rewabûna vê êrîşê li welatê wan jî tê nîqaşkirin û ev tişt daxuyand: “Di destê wan de tenê ekîbek ji bo hinceta şer ava bikin dixebitin heye. Hewl didin ji ser wan delîlan çêbikin. Ev ne rewa ye . Li aliyê din jî vê peyamê didin cîhanê;Hîna jî hewl didin nîşan bidin ku împaratoriya cîhanê nîşan bidin  û vê jî bi afirandina tirsa împaratoriyê pêk tînin.”
 
‘Dema li dijî Soç, ferzkirina Cenevreyê tê’
 
Hamîdeyê diyar kir ku ji 2015’an het aniha pêvajoyek pêşketina Sûriyeyê tê jiyîn û di demek wisa de pêk hatina êrîşan zêde tiştekî naguherîne û wiha got: “Ev mudaxale zêde tiştkî naguherîne. Lê di pêvajoya muzakereyê de mirov dikarin bêjin ku li dijî Soçî, Cenevreyê ferz dikin. Pêşeroja Sûriyeyê wê gelên Sûriyeyê diyar bikin. Ev her diçe zelaltir dibe. kurd, ereb, sûryanî û yên din di pêvajoyê de cih digirin. aktorên derve bi qasî pêşengiyê dikin wê di pêvajoyê de cih bigirin.”