'Wê jin texez xwe bigihînin aqil û wicdanan'

  • 13:47 15 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê xwest ku xebatkarên ETHA, ESP, SKM û SGDF'ê serbest bên berdan û got, "Wê jin xwe tekez bigihînin aqil û wicdanan."  
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 22 xebatkarên ETHA, ESP, SKM û SGDF'ê ku dema ji bo 1'ê Gulanê belavok belav dikirin  serbest bên berdan de daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew pêkanînên OHAL'ê qebûl nekin û hat bibîrxistin ku 2 roj berê jî bi ser mala Koordînatora HDP'ê û endama PM'ê  Nadiyê Gurbuz de hatiye girtin û hat aşkerakirin ku rojnameger Semîha Şahîn û Pinar Gayip hatine binçavkirin. Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: "Ev zîhniyeta ku ji bo mîtîngê, muzka ku lê bê pêşkêşkirin, pankarta bê daliqandin û belavokên ku bên belvakirin re destûrê dide lê ji hevokên li wan re destûrê nade, di eslê xwe de êrîşî fikra me dike. Ji bo ku ev bê dîtin divê di serî de jin herkes dengê xwe li dijî vê pêkanînê bilind bike ."  
 
gotina Efrînê hatiye dagirkirin ne sûc e. Hindikarin dijberî vê bin lê ev ne sûc e. Sûcê mezin qedexekirina vê gotinê ye. Li dijî îtîfaka AKP -MHP'ê ku tirs û nefretê zêde dike wê jin xwe bigihînin aqiş û wicdanan. Bersîva herî baş ku em bidin polîtîkayên tundî û çewisandinê  ew e ku em bi hemû reng û gotinên xwe di 1'ê Gulanê de hemû astengiyan derbas bikin û qan dagirin .Ji ber ku em jin, ciean û gelên li ser vê axê ne."