Fîlîz Kerestecioglu: Jin ser dikê ji vê zîhniyetê re nahêle

  • 17:05 2 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî “Kongreya Rizgariya Efrînê” ya li Dîlokê pêk hat û tayînkirina walî ya ji bo Efrînê û got: “Ev hem binpêkirina Destûra Bingehîn e û hem jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.” 
 
Wekîla Serokên Koma HDP’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîn çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Kerestecîoglu di destpêkê de bal kişand ser gotinên Erdogan ên li dijî Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek û got: “Kî dibe bila bibe, ji bo Erdogan ferq nake. Li ser rûyê dinyayê lîderek wiha ku heqaret li mirovê xwe dike, nehatiye dîtin û rêveberk wiha nîne. Heta roja îro kesek wisa nehatiye ser rêveberiya Tirkiyeyê. Hed û hesabên gotinên Erdogan nemaye.” 
 
Fîlîzê bal kişand ser rewşa Efrînê jî û wiha axivî: “Maliyeta Efrînê tenê ji ser gel çû. Planên wan din ên mêtingeriyê hene. Serşêwirmendê Serokomar İlnur Çevîk radibe dibêje ‘Me li wir 50 şehîd dan. Para mutahîtên tirk li wir ji pastayan bêtir heye.’ Ji berê ve welatên ku diziya welatên cîran dikini dibêjin ‘welatê dagirker.’ Armanca wan jî ew e ku fîrmayên xwe yên înşatê dewlemend bikin. Li Efrînê bi sedan kes mirin. Gelek leşkerên tirkiyeyî mirin û bi sed hezaran kes neçar ma ji malê xwe koçber bibe.” 
 
Fîlîzê behsa civîna li Dîlokê ya ji bo Efrînê pêk hat jî kir û wiha domand: “Bi navê ‘Kongreya Rizgariya Efrînê’ li Dîlokê civîn li dar dixin. Madem hûn Efrînî ne, Çima hûn civînê li Efrînê çênakin li Dîlokê çêdikin? Tê gotin ku dê walî tayînî Efrînê bikin. Medya alîgir jî têkildarî vê yekê nûçeyan çêdike. Ev yek hem binpêkirina Destûra Bingehîn û hem jî binpêkirina hiqûqa navnaeteweyî ye.” 
 
'Siyaseta qirêj ev e'
 
Fîlîzê  gotinên Erdogan ên li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî nirxand û got: “Niha vedigerin û dibêjin Îsraîl dagirker e. Li gel gotinên tund li dijî Îsraîl bikar tînin jî, lê hevkariya wan bi Îsraîlê re dewam dike. Li aliyekî Îsraîlê dike, ‘terorîst’ li aliyekî jî hevkariyê bi wan re dike. Siyaseta qirêj ev e.” 
 
'Ji bo vê bazara qirêj ji Rûsyarê S-400 hatin kirîn'
 
Fîlîzê, bertek nîşanî Santrala Nukleerê ya Akkuyu ya Mêrsînê ku tê payîn sibe bi Serokê Rûsya Putîn re bê avêtin da û wiha rêz kir: “Hema pere ji bo Rûsyayê dirijînin. Sîcîla Rûsyayê di warê santrala nukleerê de pir xerab e. Li Akkuyu felaketeke mîna ya çernobîl amade dikin. Rûsya ne tenê vê yekê dixwaze. Ji bo vê bazara qirêj ji Rûsyarê S-400 hatin kirîn.”
 
'Jin tu carî ser dikê terkî hişmendiyek wiha nakin'
 
Fîlîzê , da zanîn ku ji bo şahiyekê şanoyê ya Meclîsê Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman ne hişt jin derkevin ser dikê û wiha domand: “ Divê Îsmaîl îstîfa bike. Li ser vê axê di sala 1856’an de cara yekemîn lîstîkavan Fannî (Agavnî Hamoyan) derket ser dike.  Mîna Afîfe Jale, gelek jin bû şopdarê wan. Bûyera dibin banê Meclîsê de jiya, sedama îstîfayê ye. Jin tu carî ser dikê terkî hişmendiyek wiha nakin.”
 
'Xebatkarên çapxaneyê binçav kirin'
 
Fîlîzê, da zanîn ku qeyûm tayînê rojnameya Ozkurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin û wiha bilê kir: “Xebatkarên çapxaneyê binçav kirin. Cardin di rojên derbasbûyî de, li Tirkiyeyê tekane rojnameya kurd Welat ku weşanê dike, ji ber gefên desthilatdariyê yên li çapxaneyan xwarin dernek. Ji bo ku ev rojname dernekeve gef li hemû çapxaniyan xwarin. Hewl hat dayîn ku bi fotokopiyê rojname bê çapkirin û di rojên derbas bûyî de jî dawî li çapxaneya kaxizê hat dayîn. We şansê hebûnê neda rojnameya bi zimanê kurd. Em bi desthilatdariyek wiha re rû bi rû ne.”
 
'Êdî dema guhertina desthilatdariyê hatiye'
 
Fîlîzê, di dawiya axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersiv da û wiha got: “Ji bo hilbijartinek pêşwext nîqaş tên kirin. Îhtîmalek wiha heye. Her tişt ne zelale. Hemû amadekarî bi dawî bûn. Qanûna îttîfaqê derxistin. Ji ber vê yekê îhtimal heye ku hilbijartin zû bên kirin. Berî her tiştî ji bo xurt bûna mûxalefetê tişta ji destê me bê emê bikin. Divê dengderên AKP’ê vê rastiyê baş bibînin. Êdî dema guhertina desthilatdariyê hatiye.