Derbarê Feleknas Ucayê de 2 fezlekeyên din

  • 14:44 26 Adar 2018
  • Ramyarî
 
 
AMED - Derbarê parlamentera HDP'ê Feleknas Ucayê de ji bo ku destnedana wê bê rakirin 2 fezlekeyên din hatin amadekirin.
 
Derbarê parlamentra HDP'ê ya Amedê Feleknas Ucayê de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve 2 fezlekeyên din hatin amadekirin. Dozgeriyê diyar kir ku di daxuyaniyeke çapemeniyê ya ji aliyê HDP û DBP'ê ve di 29'ê Nîsana 2017'an de hat dayîn de Feleknasê jî tevli bûye û îda kir ku Feleknasê di axafitna ku bi kurdî kiriye de  "Propagandaya Rêxistinê kiriye" û " Gel tehrîk kiriye" û sûc kiriye.
 
Di fezlekeya din de jî dozgeriyê bal kişand ser axaftina Feleknasê ya ya ku di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê kiriye, îda kir ku Feleknasê "Delet û komara tirk biçûk xistiye" û ji ber wê derbarê wê de fezleke ahtiye amadekirin. 
 
Di fezlekeyên hatin amdekirin de hat xwestin ku parlementeriya Feleknasê bê xistin û fezleke ji ji Wezareta dadê re hatin şandin. Ji ber Fezlekeyên ku hatin amdekirin ji Feleknasê re bi daxwaza ji 3 salan heta 12 salan wê bi cezayê girtîgehê wê doz bê vekrin.