Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê îtîraza xwe bibin 1’ê Gulanê

  • 11:23 25 Adar 2018
  • Ramyarî
ENQERE- Meclîsa Jinan a HDP’ê piştî civîna xwe ya du rojan şûnde encamnameya xwe aşkera kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku wê îtîrazên xwe yên di 8’ê Adar û Newrozê de anîne ziman wê di 1’ê Gulanê de dubare bikin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê  di 23-24’ê Adarê civînek pêk anîn û encamnameya civînê aşkera kirin.  Di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin û her wiha balkişandin ser têkoşîna jinan a yekbûyî û piştevaniya jinan a enternasyonal.
 
Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê wiha ye:
 
“*Di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî hatiye nirxandin û di çarçoveya biryaran de plansaziya dema pêş  hat kirin û komîsyon avakirin.
 
*Me civîna xwe bi biryar û berxwedana bi heybet ya ji Efrînê, jij jinên daketin qadên Newroz û 8’ê Adarê ji hêzên demokrasî û gelê Kurd girt û bi coşek mezin pêk anî.
 
*Di 8’ê Adarê de jinan li dijî polîtîkayên dijminê jinê serhildana xwe anî ziman. Di 8’ê Adarê de xebatên me bi biryarek mezin hatin meşandin û vê jî bêguman bandor kir ku bi hezaran jin daketin qadan.
 
*Di 21’ê Adarê de bi mîlyonan kes daketin qadan. Niha emê îradeya îtîrazê ya di 8’ê Adar û 21’ê Adarê de hat kirin wê bibin 1’ê Gulanê jî. 
 
*Tifaqa AKP-MHP’ê  şerê li Rojhilata Navîn  têm eşadin wek şerê parvekirinê dît û êrîşê Efrînê kir. Lê tenê êrîşên Efrînê nekirine, yekitiya gelên li Bakurê Sûriyeyê jî hedef digire.  Niyeta xwe ya dagikirina ji Kobanê heta Cizîrê jî bi aşkera îfade dike.
 
*Meclîsa me  li dijî  polîtîkayên şer yên êrîşkar û mêtînger, li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên faşîzm û AKP-MHP’ê, yek ji parçeyên têkoşînê ya jê venaqeteye. 
 
*Di mîtînga Newroza li Tekîrdagê kedkara têkoşîna azadiya jinê, endama Meclîsa Jinê û MYK’ê hevala me ya femînîst Gulsum Agaoglu hat girtin. Em wê û hemû berxwedêrên girtî re silavê dişînin. Têkoşîna hevpar ya em didin wê me hemûyan azad bike.
 
*Em Dayika Vahîde Açan yek ji damezerînerên ÎHD’ê bû û duh jiyana xwe ji dest daye bibîr tînin û ji xizm, hezkiriyên wê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
*Êrîşên li dijî têkoşîna jinê  li her derê cîhanê didome.
 
*Mînaka herî dawî li Brezîlyayê li dijî endama meclîsa şaredariyê û partiya çep û sosyalîst, femînîst aktîvîst Marîelle Franco ya ji aliyê çeteyên faşîst ve hat qetilkirin, pêk hat. Em wê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê dixwazin.