Sîbel Yîgîtalp:Ewlehiya hilbijartinê nema

  • 09:06 20 Adar 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Parlamentera  HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, diyar kir ku tifaqa hilbijartinê ya AKP-MHP’ê ya di nîvê şevê de di TBMM’ê re hatiye derbaskirin nayê qebûlkirin û di pêvajoyên pêş de di hilbijartinên pêk bên de jî ewlehî nema ye.
 
Pêşnûmeqanûna  26 xalên hevpar a der barê sererastkirina Tifaqa Hilbijartinê ya AKP’ê amade kir û MHP’ê jî piştgirî dayê, di Komîsyona Destura Bingehîn a Meclîsê re hat derbaskirin û hat qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de derfet tê dayîn ku partiyên siyasî tifaqê bikin û tevlî hilbijartinên parlamenteriyê bibin. Li gorî vê partiyên siyasî dikarin tifaqê bikin û tevlî hilbijartinê bibin. Partiyên tifaqê dikin ji giştî ji sedî 10 dengan bigirin ev partiyên siyasî her yek wê bendê jî derbas bikin.
 
‘Destura Bingehîn a  darbeyê jî derbas kirin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku tevî ku hîna 20 meh maye, derbaskirina tifaqa hilbijartinê ya ji TBMM’ê,  tê wateya ji rojevê derbixin û wiha pê de çû: “Dema mirov li qanûna tifaqa hilbijartinê dinêre, desthilatdarî di her alî de xwe di alî biserketinê de  bi cih dike. Dema AKP bû desthilatdar digot wê ji sedî 10 benda hilbijartinê rake. Lê wek hilberîna destura bingehîn a darbeya leşkerî ya 1982’an li lîteratura me ya siyasî hatiye zêdekirin.”
 
‘Xwe xistin bin ewlehiyê’ 
 
Sîbelê  bi lêv kir ku bi vê sererastkirinê rayeya barkirina sindoqan dane Walîtiyan û Qeymeqamtiyan û got dema Walî bixwazin dikarin bêjin ‘ewlehiya sindoqan tune’ û rakin. Sîbelê da zanîn ku bi KHK’yan hemû kesên muxalîf, ku îtîraz kirin, îxrac kirin, ji kar derxistin û bi vê sererastkirinê xwe xistin bin ewlehiyê.
 
Sîbelê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi sererastkirina tifaqa hilbijartinê re  tê xwestin ku HDP nekeve parlamentoyê û muxalafetê neke û got: “Di rewşa heyî de  sazîkirina faşîzmê berdewam dike. Ger armanca wan avakirina pergalek demokratîk bûna wê ev qanûn tu car derbas nekiriba.”
 
Para sê partiyan jî heye
 
Sîbelê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me wek HDP’ê ji ber li dijî faşîzmê têkoşîn meşand, gelek hevalên me hatin girtin, parlamenterên me parlamenteriya wan hat xistin, qeyûm tayînê şaredariyên me hatin kirin û ev hemû bi tifaqa sê partiyan bûn.Emê li dijî vê helwesta her sê partiyan li her derê siyaseta xwe ya demokratîk bidin meşandin, têkoşîna xwe berdewam bikin.”