‘Yên sûcê mirovahiyê yê li Efrînê nabînin berpirsê komkujiyê ne’

  • 09:08 18 Adar 2018
  • Ramyarî
EDENE - Endama HDP PM’ê Asiye Kolçak, diyar kir ku li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin û got: “Mirovên axa xwe terk nakin bi komkujiyê re rû bi rû ne. Kesên li dijî komkujiyê bêdeng dimînin berpirsê komkujiyê ne.”
 
Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) ya li Sûriyeyê, êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê di roja 58’emîn de berdewam dikin. Efrîna ku bi sedhezaran kes lê dijîn, ji ber bombebarana li hember bajar pêk tê, gelek zarok û sîvîlî jiyana xwe ji dest da.
 
Endama PM a HDP'ê Asiye Kolçak daxuyakirin ku di bin navê ‘parastina sînoran de’ li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin û wiha pê de çû: “Cihekî ku bi hezaran kes lê dijîn tê bombebarankirin û mirov tên koçberkirin. Ji vê re jî dibêjin ‘operasyon’ an jî ‘paqijî’. AKP’ê desthilatdariya xwe li ser krîzê ava kiriye û ji ber vê jî êrîşên xwe daye destpêkirin. Desthilatdariya xwe bi senaryoyên şer, hewl dide saxlem bike.”
 
‘Faturaya wê li gel dibirin’
 
Asiyeyê daxuyakirin ku ew wek jinek Kurd, wek siyasetmedar, wek dayik û kesek dijberî şer vê êrîş û dagirkirinê qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek Efrînê dixwazin, gelên li Tirkiyeyê jî bi hev bikevin. Di vê mijarê de manîpulasyonek mezin tê kirin. Weke ku rewşeke Tirkiyeyê tehdîd dike, heye nîşan didin. Hilbijartinên 2019’an ji bo AKP’ê bûye mijara jiyanî ya divê teqez bê qezenckirin. Faturaya vê jî li hundir wek nîjadperestî, xizanî, tabutên zarokên ciwan, tê birîn. Êrîşek dij hiqûqî heye. Dixwazin mirovan ji axa wan ya hezar salî derxin. Tên surgunkirin. Tên qetilkirin. Ev hemû nîşan didin ku ev sûcê mirovahiyê ye. Dixwazin Efrîn bê valakirin, cîhadî bên bicihkirin.”
 
‘Yên bêdeng in jî berpirsê komkujiyê ne’
 
Asiyeyê destnîşan kir ku  hemû kesên li dijî şer in wek ‘xaîn’ tên îlankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî her tiştî em li cem Efrînê ne. Em ê heta dawî li dijî neheqiyê bin. Em dipên ku biryara agirbestê ya BMGK’ê pêk bînin. Em bang li gelên cîhanê, kesên dijberî şer dikin, Efrîn têkoşîna gelê ku ji bo jiyana azad û axa xwe têdikoşi ye. Civaka gelan a di têkoşînê de israr dike ye. Nayê qebûlkirin ku Efrîn ji xwediyê wan bê girtin û bidin kesên din.”
 
‘Ji ber Kurdan terorîst îlan dikin, yên dimrin jî wek sivîl nabînin’
 
Asiyeyê di dawiya axaftina xwe de got divê kes ji çapemeniya Tirk bawer neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan her carê dibêje ‘sivîl ne di hedefa me de ne’.  Ji ber Kurdan wek ‘terorîst’ îlan dikin yên dimrin jî wek sivîl nabînin. Çapemeniya Tirk dikare vê derewê veşêre lê çavkaniyên azad dibêjin bi sedan sîvîl hatine qetilkirin. Yên sûcê şer dikin wê rojekê li dijî dîrokê teqez hesab bidin.”