Dîlan Taşdemîr: Ji Efrînê ji bo AKP’ê ne qehremanî, wê hêrsa gel derkeve

  • 10:17 17 Adar 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê  Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku êrîşa li dijî Efrîn û qanûna tifaqê ya di meclîsê de derbas bûye girêdayî hevin û wiha got: “Bi vê qanûnê re faşîzm hatiye sazîkirin.  Li Efrînê AKP nabe qehreman.   Krîz her diçe kûr dibe û bi vê hewl tê dayîn ku pirsgirêka Rojhilata Navîn bê dirêjkirin.
 
Êrîşên li hemberî Efrînê berdewam dikin û tevî îtîrazên HDP û CHP’ê pêşniyara tifaqa AKP û MHP’ê hat qanûnîkirin. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê qanûna tifaq û êrîşên li hemberî Efrînê de nirxandin kir.
 
‘Qanûna tifaqê bi êrîşên li hemberî Efrînê re girêdayî ye’
 
Dîlanê bi lêv kir ku di şeveke ku dagirkirina Efrînê berdewam dikir de qanûna tifaqê di meclîsê re hatiye derbaskirin û wiha got: “Pakêta ku Tirkiyeyê dij demokratîk dike û faşîzmê sazûmankar dike di meclîsê re hat derbaskirin.  Wateya vê pakêtê di esasê de girêdayê dagirkirina Efrînê ye.  AKP bi salane bi krîza kûr dike desthilatdariya xwe dimeşîne.”
 
‘Her kes li dijî komkujiya Efrînê temaşevan dimîne’
 
Dîlanê  daxuyakirin ku ji ser Efrînê dijminahiya li hemberî kurdan kûr dikin û bi hezaran kesên li Efrînê niştecih  bi komkujiyê re rû bi rû ne û hemû kes wek temaşevan dimînin. Dîlanê wiha berdewam kir: “Gelê Kurd di dîrokê de her tim rastî êrîşan hatiye. Di demek nêz de li Halepçeyê komkujiyek hat jiyîn û her kes bêdeng ma. Niha li Efrînê heman tişt tê kirin. AKP û çapemeniya alîgir vê manîpule dike.  Gotina Efrînê jî bûye hinceta girtinê. Wek tê gotin Efrîn ji bo Tirkiyeyê ne tehdîd bû. Îro yekane motîvasyona AKP’ê dijminahiya Kurdan nîne.  Demokrasî li Rojhilata Navîn bi vê modelê pêş dikeve û ev jî tirs û fikaran zêde dike. Ger li Reqa û Musulê pergala ku DAÎŞ’ê digot pêş biketa wê evqas nebûna navenda dagirkirin û êrîşan.”
 
‘Emperyalîst rêveberiya Efrînê dixwazin’
 
Dîlanê daxuyakirin ku sedema bêdengbûna hêzên emperyalîst a li dijî van komkujiyan jî polîtîke û  got hêzên emperyalîst rêveberiya Efrînê dixwazin.
 
‘Bi kûrkirina krîzê şer dirêj dikin’
 
Dîlanê destnîşan kir ku AKP niha bi krîzê li ser piyan disekine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Efrînê ji fezayê nehatine. Herî kêm hezar sal paşeroja wan heye.  Kurd bi feraseta fetîhê li wir bi cih nebûne. Ew xwedî li warê xwe yê hezar salî derdikevin. Lê mixabin bi şerê ne rewa re rû bi rû ne. Efrîn îro tenê ji bo xwe berxwe nade. Ji bo gelan, demkrasiyê û pêşeroja Rojhilata Navîn berxwe didin.”
 
'Ji Efrînê ji bo AKP’ê qehremanî dernakeve’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku AKP di rayagiştî de hewl dide hewaya qehremaniyê biafirîne û got: “Ji ser navçeyek biçûk wekê ku li dijî împaratoriyek mezin a sêyemîn a cîhanê ye, xwe nîşan dide.  Hewl dide ji vir qehremaniyê derxe. Ji ber hewcedariya wan bi qehremaniyê heye. dixwaze ji ser Efrînê ji xwe re çîrokê biafirîne. Li Efrînê ji wan re qehremanî dernakeve. Derkeve derkeve hêrsa mezin a gel wê derkeve. AKP mahkumê wendakirinê ye.”