‘Jin hene…’

  • 09:04 3 Adar 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Endama PM’ê Gulay Bîlîcî destnîşan kir ku wê HDP xebatên azadiya jinê bidomînin û got wê wek HDP'ê  di 8’ê Adarê de dakevin qadan û carek din bêjin ‘jin hene’.
 
Li Îzmîrê bernameyên 8’ê Adarê didomin û îsal meşa fînalê di 8’ê Adarê de saet di 19.00’an de li Alsancakê dê pêk bê. Jinên li ber Çanda Lemanê ya berê tên cem hev wê heta Navenda Çanda Turkna Saylanê bimeşin. Jinên HDP’ê ku yek ji pêkhateyên Platforma Jinên Îzmîrê ye, wê di meşê de cihê xwe bigirin.
 
Endama HDP PM’ê Gulay Bîlîcî daxuyakirin ku bernameyên 8’ê Adarê didomin û got wê li dijî polîtîkayên şer bi gotina ‘aştiyê’ bi jinan re bên cem hev. Gulayê got heta 8’ê Adarê wê li bajar û navçeyan bernameyên weke taştê, nîşandana fîlman û panel pêk bên.
 
Jin wê ewlehiyê bigirin
 
Gulayê her wiha anî ziman ku wê di meşa şevê de jin ewlehiyê bigirin û wiha pê de çû: “Zîhniyeta mêr li ser tunebûna jinê xwe rêxistin dike. Em jî wê nîşan bidin ku jin hene û çavkaniya jiyanê ne. Tu mêr wê tevlî meşa me nebin. HDP ji roja hatiye damezrandin heta niha partiya jinê ye û dibêje divê jin di siyasetê de gotina xwe bêje. Lê pergal di biryarên derbarê jinê de jî jinan tevlî nakin.  HDP’ê ev feraset şikandiye. Ger aştî bê welat bi destên jinê dibe welat. Ji ber vê em ê xebatên xwe yên azadiyajinê bidomînin.”