'Em ê 8'ê Adarê bi coşa Newrozê pêşwazî bikin'

  • 13:44 27 Sibat 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Di daxuyanînameya encamê ya Meclisa Giştî ya HDK'ê de 8'ê Adarê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Bi hêza ku em ji 8'ê Adarê bigirin em ê bihara gelan Newerozê pêşwazî bikin.
 
Meclisa Gitşî a  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyanînameya encamê ya  civîna xwe ya ku li Stenbolê li dar xist aşkera kir.  Di daxuyaniya ku hat kirin de banga serbestberdana hemû girtiyên siyasî hat kirin û wiha hat gotin: " Meclisa me ya giştî careke  din dibêje ku ji bo tundiya Sarayê ku li ser hemû civakê dimeşîne bê bidawîkirin pêdivî carekedin dibêje ku pêdivî bi berxwedaneke hevpar heye.  HDK dixwaze ku li dijî faşîzmê xebat berxwedanê ya hevpar bê avakirin." 
 
Di daxuyaniya ku hat xwestin êrîşên li ser Efrînê demildest bên bi dwîkirin, bo 8'ê Adarê jî wiha hat gotin: " Civîna Meclisa me ya Giştî bi dirûşma rengê azadiyê jin e hat destpêkriin. Wê jin di 8'ê Adarê de bi dirûşma, 'ji faşîzmê re înat û bijî jin û jiyan' pêşwazî bikin. Bi hêza ku em ji 8'ê Adarê bigirin em ê Newrozê pêşwazî bikin."