Jinên HDP'ê li dijî OHAL, şîdet û komkujiyan dadikevin kolanan

  • 09:28 21 Sibat 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma 'Wiha derbas nabe, yan azadî yan azadî'  pêşwazî dikin diyar kirin ku li dijî OHAL, zext, komkujî û şîdetê wê dehezar li qadan bên cem hev.
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê starta xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da.  Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û Meclîsa Partiyê (PM) der barê amadekariyan de nirxandin kir û bi lêv kirin ku wê 8'ê Adarê bi coşa kongreyê li qadan pêşwazî bikin.
 
'Emê 8'ê Adarê bi coşa kongreyê pêşwazî bikin'
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Bîrsen Kaya diyar kir ku her kongreya wan bi coş pêk hatiye û wiha got: "Em bi coşa kongreyê ji bo 8'ê Adarê xwe amade dikin. Ji roja HDP hatiye avakirin heta niha jin bûne dînamîkên girîng. Jin hem li ser axa xwe hem li Rojhilata Navîn damezerînerên jiyanê ne."
 
Bîrsenê bi lêv kir ku  di pergala serdest ya mêr de jin di hedefa êrîşan de ne û terza siyaeta serdest ya mêr şîdeta li ser jinê hildiberîne û  kuştina jinan û îstîsmara zarokan ya di demên dawî de zêde bûne jî zîhniyeta desthilatdariyê nîşan dide.
 
'Emê li kolanan bin'
 
Bîsenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku 8'ê Adarê di heman demê de berxwedanek enternasyonale û wiha dawî lê anî: "Di 8'ê Adarê de jin daxwaza azadiyê îlandikin. Dengê xwe bilind dikin.  Tînin ziman ku li alî aştî, azadiyê ne. Em îsal di 8'ê Adarê de bi şîara 'wisa derbas nabe, ya aştî ya aştî' wê li kolana bin."
 
Roja têkoşîn û çalakiyê ya hemû jinên cîhanê
 
Nurten Uzumcu jî bi lêv kir ku bi coşa ji kongreya di 11'ê Sibatê de girtine diçin 8'ê Adarê û 8'ê Adarê jib o hemû jinên cîhanê roja têkoşîn û çalakiyê ye û wiha got: "Em li dijî hemû êrîşên pergala serdest wek roja têkoşînê pîroz dikin.  8'ê Adarê ji bo jinên Kurd girîng û taybete. Têkoşîna jinên Kurd ev 40 sale hatiye astekê.  Emê li dijî polîtîkayên jinan hespê malê dikin dakevin kolanan.  Ji ber OHAL'ê klan û qad li gel hatine girtin. Lê tevî vê emê li konan bin."
 
Nurtenê bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan û diyar kir ku wê coşa kongreyê bibin 8'ê Adarê û got ew ji niha de coşa 8'ê Adarê û Newrozê dijîn.