Pervîn Bûldan: Li Efrînê gel ji bo rêveberiyek demokratîk berxwe didin

  • 14:46 20 Sibat 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, operasyona li ser Efrînê rexne kir û wiha got: "Şerê Tirkiyeyê ku li ser Efrinê daye destpêkirin di roja 32'an de didome. Gotin ‘Em dê di 3 saetan de têkevin Efrînê û paqij bikin' lê 32 roj in hewl didin têkevinê. Efrîn, keleha aştiyê ye. Gelên li wir ji bo jiyan û rêveberiyek wekhev, azad û demokratîk têdikoşin." 
 
Partiya Demokratik a Gelan (HDP) piştî 3'emîn Kongreya Asayî ya Mezin, yekemîn civina koma partiyê pêk anî. Gelek hevserokên HDP'ê yên bajaran û endamên meclîsa HDP'ê amade bûn. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan ku nû hatiye hilbijartin axaftin kir. Pervînê, ewil 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û got: "Her mirovek zimanî wî yê dayikê wekî şîrê dayika wî mafê wî ye. Zext û qedexeyên li ser ziman nayên qebûlkirin. Divê hemû zextên ji ser ziman bên rakirin. Zimanê zikmaki rûmet e." 
 
'Tevî hemû zextan kongre bi coş derbas bû'
 
Pervînê, anî ziman ku nêzî 40 hezar kes beşdarî kongreyê bû û di dîroka Tirkiyeyê de ev yek pir watedar e û wiha got: "Ji ber ku tevî hemû zordariyê û astengiyan gel li dijî faşizmê hatin tev li kongreyê bûn. Salon tije kir. Gelên Tirkiyeyê dîsa hêza xwe nîşan da. Di serdema zilma li ser HDP'ê didome û hemû rêyên siyaseta demokratîk li pêş me hat girtin me kongreya xwe pêk anî. Tevî ku 9 wekîlên me, hevşaredarên me û rêveberên me girtî ne jî kongre bi tevlêbûn û coşek herî mezin pêk hat." 
 
Pervînê, anî ziman ku kongreya wan dîsa têkoşîna wan a siyaseta demokratîk mafdar derxist û ispat kir ku gel li pişta siyaseta wan e. Pervînê, anî ziman ku gel li dijî şer dîsa aştî parast û wiha got: "Gel vîna xwe ya ji bo siyaseta demokratîk nîşan da. Ji bo çareseriya demokratîk nîşan da. Gel di kongreyê de bi tevlêbûn û peyamên xwe tecrîda li ser Birêz Ocalan a ku ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha didome pûç kiriye. 
 
'HDP meşa mirovahiyê ya mezin e'
 
Pervînê, bertek nîşanî operasyonên binçavkirin û girtinên li dijî endam û rêveberên HDP'ê da û wiha berdewam kir: "Ev binçavkirin û girtinên li dijî HDP'ê di heman demê de li dijî parastina aştiyê ye. Bi taybetî kesên li dijî şer dengê xwe bilind dikin tên binçavkirin û girtin. Em carek din dibêjin em van girtin û binçavkirinan qebûl nakin û şermezar dikin. Bila her kes baş zanibe ku HDP partiya gelên Tirkiye û partiya aştî, demokrasî û azadiyê ye. HDP  keleha berxwedanê ye. Keleha jiyana hevpar e. HDP meşa mirovahiyê ya mezin e. Dê li dijî hemû zordarî û faşîzmê vê meşa xwe ya mezin bidomîne." 
 
'Efrîn keleha berxwedan û aştiyê ye'
 
Pervînê, operasyona li ser Efrînê rexne kir û wiha got: "Şerê Tirkiye ku li ser Efrinê daye destpêkirin di roja 32'an de didome. Gotin ‘Em dê di 3 saetan de têkevin Efrînê û paqij bikin' Lê 32 rojin hewl didin têkevinê. Efrîn, keleha aştiyê ye. Gelên li wir ji bo jiyan û rêveberiyek wekhev, azad û demokratîk têdikoşin. Efrîn keleha berxwedan û aştiyê ye. Efrîn di heman demê de warê kesên ji şer reviya ne û warê aramiyê ye. Herêma aramî û îstîkrarê ye. Hemû kes dizanin ku kesên ji şer reviyane li vir di nava aramî, aştiyê de dijîn. 
 
'Li ser Efrînê hesabên hilbijartinê dikin'
 
Pervînê,  da zanîn ku şerê li ser Efrînê di heman demê de weke şerê desthilatdarî pêşeroja xwe difikire ew dinirxînin û wiha domand: “Ji ber ku AKP’î dibêjin ‘ger em bikevin Efrînê dê dengên me bilind bibin.’ Ji ber vê li ser Efrînê hesabên hilbijartinê dikin. Gelên li Tirkiyeyê vê rastiyê baş dibîne.  Ji ber ku yên çûn Efrînê û biryara şerê Efrînê dan, hîna li ser qoltixên xwe rûniştîne. Ev jî dide nîşandan ku ev kes tenê li ser şer û wêrankirinê rojavan didin avakirin.”
 
Pervînê gava diaxivî, Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay a hat berdan, ket salonê û bi lêxistina çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
'Bînalî çareseriyê naxwaze'
 
Pervînê, bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên “Çareserî tuneye” jî da û wiha domand: “Li vî welatî mafê tu kesê tuneye ku li ser mirina ciwanan rol bigirin. Yildirim ji bo gelan tenê mirinê rewa dibîne. Ji ber vê çareseriyê naxwaze.”
 
Abdullah Ocalan slav kir
 
Pervînê, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Ez birêz Ocalan ji ber hewldanên wî yên çareseriyê yên ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi rêzdarî silav dikim. Pêvajoya çareseriyê mehkûm kirin û tecrît dan destpêkirin. Ji wê rojê û şûn de destûr nadin malbat û parêzer biçin gel Ocalan. Bi vê boneyê ez birêz Îdrîs Baluken jî silav dikim. Daxwaza wî ya  sereke aştiyek mayinde bû. Ji ber hewldanên wî yên pêvajoya çareseriyê 18 sal cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn. Ev tê wateya aştî ceza kirin.  Ev ne daxwaza çareseriyê ye, ev daxwaza bêçaresriyê ye. Kes naxwaze dayik û bavek tabûta zarokên xwe hembêz bike. Ji ber vê yekê em rêya çareseriyê nîşan didin. Ger pêvajoya çareseriyê bi dawî nebûya, hûn dê îro li Efrînê neketibana şer û hewldana darbeye pêk nedihat.”