‘Emê coşa xwe ya kongreyê bibin 8’ê Adarê’

  • 09:45 20 Sibat 2018
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek 
 
EDENE - Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural diyar kir ku kongreya HDP'ê ya hefteya borî pêk hatiye hemû êrîş vala derxistiye û got: “Em ê coşa xwe ya kongreyê bibin 8’ê Adarê.” 
 
Jinan diyar kir ku sêyemîn kongreya asayî ya HDP’ê ya bi tevlîbûna dehezaran kesî pêk hatiye hêvî afirandiye û gotin carek din hatiye nîşandan ku gel li dijî faşîzmê serî natewînin.  Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural anî ziman ku gelê kurd li dijî êrîşan serî netewandiye û ji her çar aliyê Tirkiye û Kurdistanê tevlî kongreyê bûne.
 
‘Emê di 8’ê Adarê de li qada bin’ 
 
Gulserenê bi lêv kir ku wan rastiya ku HDP li vir e carek din nîşan dane û ev tişt anî ziman: “Yên ji vê nerehet bûn hebûn. Fîrmaya otobusa me ya ji Edeneyê diçû Enqereyê hat astengkirin. Lê tevî hemû astengiyan em derketin rê. Rêya me rêwitiya hêviyê bû. Gelê me bi biryarek mezin salon tije kir. Tevlîbûna jinan gelek zêde bû. Em ê coşa kongreyê bibin 8’ê Adarê.”
 
‘Emê xwedî li qezencên xwe derkevin’ 
 
Hevseroka DBP’a Edeneyê Şukran Efeturk jî daxuyakirin ku kongre ji bo gelên Tirkiyeyê bûye moralek mezin û wiha pêde çû: “Em li qadan bi cih nebûn. Gel dizane rêya ji kaosê derketin HDP ye. Hêviya me bi kongreyê mezin bû. Hesreta ji bo aştiyê bi tilîliyan deng da. Em wek jin xwedî li qezencên xwe derkevin.”