Pervîn Bûldan: Em ê bi rihê kongreyê 8'ê Adarê li qadan bin

  • 13:09 18 Sibat 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Pervîn Bûldan anî ziman ku kongreya HDP'ê li dijî gotina Serokkomar Tayyip Erdogan ku gotibû "Nikarin ji bo kongreyekê kom bibin" bû peyama herî mezin. Her wiha Pervînê anî ziman ku ew ê bi rihê kongreyê di 8'ê Adarê de li qadan bin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi Meclîsa Partiyê (PM) ya nû ku hefta borî di kongreya mezin de hatibû diyarkirin, civîn li dar xist. Civîn li Navenda Bazirganiyê Ya Cîhanê ya Çankayayê hat lidarxistin. Hemû endamên PM'ê û Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezai Temellî beşdarî civînê bûn.
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a beşdarî civînê bû derbarê rojevê de nirxandin kir. Pervînê spasiyê xwe ji bo rêveberên berê ku peywir girtibûn, pêşkeş kir û anî ziman ku wan kedeke pir mezin daye. 
 
'Kongre hêviyek bû'
  
Pervînê diyar kir ku di kongreya pêk hate de peyamên dîrokî hat dayin û wiha got:"Kongreya me ya 11'ê Sibatê gelekî bi moral û bi coş bû. Kongre hêviyek bû; bersivek xurt a ku me da dewletê bû."
 
'Di kongreyê de peyamên girîng hat dayin'
 
Pervînê bi lêv kir ku gel bi vê kongreyê peyamek da kesên ku vî welatî bi rê ve dibe, gel ji îktidarê re got 'Ger hûn bixwazin HDP'ê tune bikin jî em ligel HDP'ê ne.' Her wiha Pervîn Bûldan wiha got:"Peyamek din jî a ji bo êrîşên li ser Efrînê bû. Gel bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan. Bi dirûşmên xwe, bi tililîyên xwe gotin 'Em li dijî şer in'. Peyama din jî ji bo tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bû. Dirûşmên ku digot Birêz Ocalan ji bo demokrasî, aştî û azadiyê şansek e dihat berzkirin. Ev jî peyamek girîng bû."
 
'Peyamên kongreyê xelit hat ragihandin'
 
Pervînê anî ziman ku ev peyamên di kongreyê de hat dayin ji aliyê îktidarê bi aweyekî xelit hat ragihandin û wiha got:"Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin ew peyamana xelit fam kirin. Çimkî piştî kongreyê Serpîl Kemalbay kirin bin çavan. Em dizanin hem Serpîl Kemalbay hem jî hevalên me yên din ên girtîne aştiyê diparêzin. Lê bila baş bizanibin ku heta em jin hebin em ê heta dawiyê aştiyê biparêzin."
 
'Yê ku mase gêr kir Serokkomarê welêt bû'
 
Pervînê bertekek tund nîşanî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim da ku gotibû "Çareserî tuneye" û wiha got:"Gotina Serokwezîr tê vê wateyê ku ew bêyî ku êşên li vî welatî hatibe jiyîn tev digere. Yên ku maser gêr kirin bû sedema destpêka pêvajaya pevçûnê. Ya ku pêvajoya çareseriyê xelas kir îktidara AKP'ê ye. Yê ku maseya  çareseriyê gindêr kir Serokkomar e. Heta ku  çareserî tunebe azadî dê pêk nê."
 
'Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
 
Pervînê qala 8 û 21'ê Adarê kir û got:"Em ê hemû amadekariya 8'ê Adarê bikin. Li dijî polîtîqayên zext û tundiyê yên li ser jinan em ê hemû li qadan bin. Tenê em wekî jin van xebatana nakin. Peywirgirtina hevalên mêr a ji bo 8'ê Adarê girîng e. Çimkî pirsgirêka jinê hemû civakê eleqedar dike. Em ê sekna xwe ya li qadan a bi dengê xwe bidomîne. Ez bi kelecan û coşa pîrozbahiya Newrozê hêvî dikim ku serdema nû rê li aştiyê veke. Bila rêya me hemûyan vekirîbe, ez serkeftinê dixwazim."
 
Di civînak ku piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir de dê endamên Lijneya Rêvebirina Navendê diyar bibe û peywirê bê diyarkirin.