Meral Daniş Beştaş: Wê polîtîkaya parçekirinê-birêvebirinê biser nekeve

  • 09:19 18 Sibat 2018
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Meral Daniş Beştaş êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê nirxand û wiha got: “Dema mijar dibin Kurd, her kes berjewendiyên xwe esas digire. Lê êdî wê polîtîkaya parçekirin-birêvebirinê bi ser nekeve. Wê Kurd destûrê nedin vê yekê."
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê di roja 30’emîn de berdewam dikin û heta îro gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan.  Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş  derbarê êrîşan de axivî û diyar kir ku Tirkiye di bin navê ‘parastina rewa de’ êrîşê Efrînê dike û got ev bêtehemuliya AKP’ê ya li dijî Kurdan nîşan dide.
 
‘Ne rewşek mirovane ne jî rewşek ahlaqî ye’
 
Meralê di berdewamiyê de diyar kir ku AKP ji ber gelên Efrînê xwe bi xwe rê ve dibin, nerehet dibe û ev tişt anî ziman: “Di bin van êrîşan de yek ji mijara esas siyaseta hundir e.  AKP her ku qelsiya xwe dibîne, dixwaze rojeva xwe biguhere.  Amadekariya hilbijartinê li ser propagandaya mirin û kuştinê dike. Ev jî ne mirovane ye, ne jî ahlaqî ye.”
 
‘Civak şer naxwaze’
 
Meralê her wiha anî ziman ku HDP’ê her tim aştî, jiyana hevpar û aramî parastiye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê hawirek wisa hat afirandin ku dixwazin her kes şer pîroz bike. Kesên vî şerî jî qebûl nakin dibin hedef, tên girtin û binçavkirin.  Ji ber vê kes nikare fikrên xwe parve bike. Piraniya civakê şer naxwaze.  AKP’ê faşîzm, kaos û zextên li welat, bir derveyê sînor jî. Tirkiye di bin sîwana OSO’yê de bi DAIŞ’ê re komkujiyan dike.  Li bedenên mirî û bedena jinan yên tazî îşkenceyê dike û piştre teşîr dike. Serê kesên sîvîl tên jêkirin. Bi tiştên dikin pesnê xwe didin û bi çavsoriyek mezin dua dikin.”
 
Meralê  di dawiya axaftina xwe de gotina Tirkiyeyê ya ‘em ê di sê rojan de bikevin Efrînê’ bibîr xist û got ev 30 roj in hîna neketinê û wiha got: “Tirkiye dixwaze di parvekirina Suriyeyê de bibe xwedî gotin. DYA û Rûsya di vê mijarê de ne zelal in, pirrû ne. Dema mijar dibin Kurd her kes berjewendiyên xwe esas digirin. Lê êdî polîtîkaya parçekirin-birêvebirinê wê bi ser nekeve. Kurd wê destûrê nede vê yekê.”