'Bû şahidê hêviya ku diherike çar aliyên deryayê'

  • 10:17 15 Sibat 2018
  • Ramyarî
Habibe Eren-Duygu Erol 
 
ENQERE - Jinên HDP'î derbarê 3'emîn Kongreya HDP'ê ya awarte de ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, gotin:"Em bûn şahidên hêviya ku diherike çar aliyên deryayê."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî hemû zext û êrîşan 3'emîn kongreya xwe ya awarte bi coşeke mezin pêk anî. Jinên HDP'î diyar kirin ku ev kongre bû bersiva herî mezin a li dijî zextên îktidarê. Her wiha jinan anîn ziman ku HDP'ê careke din li dijî polîtîqayên zext û faşîzmê, hebûna xwe ispat kir.
 
Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Gulsen Ulker anî ziman ku wan di encama têkoşîneke mezin û dijwar de kongre pêk anîne û got wan ji bo kongreyê têkoşînek taybet kirine. Gulsenê bi bîr xist ku wan berî kongreyê konferansên jinê yên herêmî û xwecihî pêk anîne û wiha got:"Îktidarê berî kongreyê binçavkirin û girtin zêde kir. Bi zextan xwestin ku kongreyê asteng bikin. Lê kongreya me bi awayekî gelek xweş derbas bû."
 
'Tecrîda li Îmraliyê tê kirin li ser hemû gelan tê kirin'
 
Gulsenê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî wiha got:"Me di hemû xebatên xwe de wiha got;Tecrîda li Îmraliyê tê kirin li ser hemû gelan tê kirin. Di şexsê Birêz Ocalan de hat xwestin pêşiya têkoşînekê bê birîn. Hat xwestin ku têkiliya kurdan bê qutkirin. Ev kongreya ji bo ev hemû tiştana bû bersivek . Ji bo pêvajoya li pêşiya me jî, têkoşîna me ya ji bo tecrîdê dê berdewam bike."
 
Endama Meclîsa Jinê Sultan Ozcan jî anî ziman ku kongre di demeke ku gel di bin zextan de bû û êrîş pir zêdebûn de pêk hat û wiha got:"Me careke din dît ku gel bi zextan, kuştinan nayê qedandin. Berovajî vê yekê em bûn şahidê hêviyên ku diherike çar aliyên deryayê."
 
'Kesên ku me wekî dijmin dibînin bila kongre ji bo wan bibe derd'
 
Sultanê anî ziman ku kongre bi kedeke mezin pêk hat û derbarê rewşa kongreyê de wiha got:Me ji hev hêz girt. Kesên ku me wekî dijmin dibînin bila ev kongreya ji wan re bibe dert. Rêwitiya ber bi hêviyê jî her ku diçe mezin dibe. Îro li vir wêneyê hêvî û sekneke jixwe bawer heye. Me meşa xwe ya azadiya jinê ya pênc salan ji ber çav derbas kir. Me serdemek nirxand û me biryarên nû girt. Eywana kongreyê wêneyê Mezopotamyayê, Trakya û Anadoliyê di nava xwe de vehewand. Me bi hev re ispat kir ku em partiyeke pirçandiyê, pirzimaniyê û rengên cuda diparêze ye. Hemû mirovên ku ji çar aliyên welat hatin bi hev re bi coşeke mezin li dijî faşîzmê, tecrîdê, bêkariyê û OHAL'ê derket. Coşa kongreyê dê neyê jibîrkirin."