‘Êrîş li diji perspektîfa netewa demokratîk a Birêz Ocalan e’

  • 09:40 14 Sibat 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer 
 
STENBOL - Seroka Koma Meclîsa Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê raste rast bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: “Êrîş li dijî perspektîfa netewa demokratîk a Birêz Ocalane.” 
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê di roja 25’emîn de berdewam dikin. Di êrîşan de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest da û bi sedan sîvîl jî birîndar bûn. Hêzên navneteweyî qetilkirina sivîlan qebûl dikin, tenê bi şermezarkirinê sînor dimîne. Seroka Koma Meclîsa Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr êrîşên li hember Efrînê, pêvajoya tê jiyîn, polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan û têkiliya wan ya bi Rûsyayê re nirxand. ‘Êrîş girêdayê tecrîdê ne’ Cansuyê got êrîşên li dijî Efrînê girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û ev tişt vegot: “Afrînerê şoreşa Rojava Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalane. Êrîşên li dijî Efrînê li dijî xete netewa demokratîk ya Birêz Ocalan dixwaze li Rojhilata Navîn pêş bixîne ye. Êrîş li hemberî perspektîfa netewa demokratîk a Birêz Ocalan e.”
 
‘Ocalan, rizgariya hemû gelane’ 
 
Cansuyê bi lêv kir ku gelên li Kurdistanê dijîn, girtiyên di girtîgehan de û hemû kesên li Rojhilata Navîn dijîn ji pêvajoya şer bi bandor dibin û wiha pê de çû: “Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha li Tirkiyeyê kaos û şer kûr dibe. Mirov dimrin, tên qetilkirin. Dixwazin Birêz Ocalan bêden bihêlin. Îzole dikin. Dewleta Tirk dizane ku Birêz Ocalan ji bo gelan rizgariye. Ji ber vê polîtîkaya taybet pêk tînin.”
 
‘Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin’ 
 
Cansuyê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Ev du hefteye Artêşa Tirk û komên îşlamî li dijî gelê sîvîl komkujiyan pêk tînin. Îro li Efrînê li dijî mirovan bi balafir û çekên kîmyewî êrîşan pêk tînin. Dewleta Tirk xeyal dikir ku di sê rojan de bikeve Efrînê û lê dît ku nekare êrîşên li dijî sivîlan giran kir. Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê qanûnên navneteweyî binpê dike.” ‘Rusya ji bo berjewendiyan siyasetê dimeşîne’ Cansuyê der barê têkiliyên Tirkiye, DYA û Rusyayê de jî nirxandin kir û got hêzên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Cansuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya Kobanê de me bi Rûsyayê re hevdîtinek kir. Me bi dîplomatên wan re hevdîtin kirin. Gotibûn ‘ew nizanin sibê Putîn çi bike, bi kîjan hêzaran re em bên rû hev, em nizanin kîjan peymanên bazirganî derkevin pêş me.’ Yanî Rûsya li gorî berjewendiyên xwe yên rojane siyasetê dimeşîne. Rejîma Esad ji bo Rûsyayê ne girînge. Rûsya nokteyekê ferz dike ew jî yekbûna Sûriyê ye. Rûsya bi piştgiriya dide dewleta Tirk nizane rê li çi vedike. Bi kaosê Rûsya nikare tiştekî bidest bixe. Berovajî vê wê wenda bike. Rûsya hewl dide Tirkiyeyê bikar bîne, rejîma Rûsyeyê ava bike, bibe hêz.” 
 
‘Li dijî mirovahiyê sûc dike’ Cansuyê bibîr xist ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, li ser daxwaza Fransayê civiyaye û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê nirxandine lê ne şermerzarkirinek û ne jî ji bo bidawîkirina êrîşan tiştek nekiriye. Cansuyê bi lêv kir ku Tirkiye li ber çavê hemû cîhanê li dijî mirovahiyê sûc dike. Cansuyê peymana tankan a Elmanyayê bi Tirkiyeyê re kir û xera kir jî nirxand û got: “Tanqên ‘Leopard-II’ yên Elmanyayê ji 2006-2009’an firotibûn Tirkiyeyê di êrîşên li dijî Efrînê de hatin bikaranîn. Ji ber vê Elmanyayê bertekên mezin nîşan dan. Elmanyayê ji ber du sedeman neçar man şûnde gavê bavêje.” 
 
‘Gelên Ewropayê dibêjin îxanet li Kurdan tê kirin’ 
 
Cansuyê bêdengiya li Ewropayê tê jiyîn jî rexne kir û got: “Her tim derbarê Kurdan de ev rewş tê jiyîn. Di pêvajoyên bixwîn û komkujiyan de ti welatekî Ewropayê bertekek di cih de nîşan nade. Der barê qetilkirina sivîlên Efrînê de gelek belge ji bo hikûmeta Elmanyayê hat pêşkêşkirin. Dibêjin ew zelal nakin ku bi tanqên wan êrîş pêk hatine. Gelên Ewropayê van tiştan wek îxaneta li dijî Kurdan digirin dest.” Cansuyê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna jinan a li Efrînê û destnîşan kir ku pêşengiya berxwedanê bi taybet jinên Kurd û gelê Kurd dikin. Cansuyê wiha berdewam kir: “Tevî hemû piştgiriya Tayyîp Erdogan, DAIŞ’ê darbeyên mezin girt û têk çû. Erdogan li Rojhilata Navîn ne xwedî hêzekê ye û vê jî dizane. Dizane di siyaseta derve de hatiye îzolekirin. Her ku dikeve zorê jî doza faşîzmê jî zêde dike. AKP û MHP wê li Efrînê bi ser nekeve. Di çapemeniyê de dibêjin ew nêzî serkeftinê ne. Lê her kes dizane ku li Efrînê pêş neketine.” 
 
Cansuyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurdan li Rojava tevî hemû êrîşan rêyek sêyem xêz kirin. Em bûn şahidê berxwedanek mezin. Tû dewletekê li Rojhilata Navîn modela jiyanek rast xêz nekiribû. Lê Kurdan bi modela rêveberiyên herêmî û rêveberiya xweser, îfade kir ku li Rojhilata Navîn jiyanek hevpar ava dike. Niha li Rojava avakirina modela rêveberiya xweser heye û hêzên hegemon jî ji vê ditirsin.”