HDP’ê peyama ‘Em li vir in’ da

  • 09:39 14 Sibat 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Ji Rêveberiya HDP’ê ya Îzmîrê Reyhan Kumru diyar kir ku tevî binçavkirin û girtinên beriya Sêyemîn Kongreya Mezin a HDP’ê ya li Enqereyê pêk hatiye, bi tevlîbûna deh hezaran kongre pêk hatiye û wiha got: “Tevî hemû zextan bi coşek mezin salon hatin tijekirin û peyama ‘Em xwedî li partiya xwe derdikevin, em li vir in û hen in’ dan.” 
 
HDP’iyên ji Îzmîrê tevlî Sêyemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya li Enqereyê ku li Salona Sporê ya Arenayê pêk hat bûn, fikr û nêrînê xwe parve kirin. Ji Rêveberiya HDP’a Îzmîrê Reyhan Kumru bi lêv kir ku desthilatdariyê xwestiye beriya kongreyê bi girtin û binçavkirina HDP’iyan bitirsîne lê tevî hemû êrîşan gel salon tije kiribû.
 
‘Gel xwedî li HDP’ê derdikeve’ 
 
Reyhanê balkişand ser lêpirsîna ku piştî axaftina hevseroka nû ya HDP’ê Pervîn Buldan ku di kongreyê de axivîbû, hatiye vekirin û got: “HDP gel e. Hun dikarin serokên me, parlamenterên me bigirin, hun dikarin lêpirsînan vebikin. Lê gel xwedî li HDP’ê derdikeve.” 
 
Ji Îzmîrê bi hezaran kes tevlî bûn 
 
Reyhanê destnîşan kir ku beriya kongreyê bi armanca pêşî li tevlîbûnê bigire li Îzmîrê nêzî 50 kesî hatine binçavkirin û hîna li qerekolan tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hemû polîtîkayên çewisandinê Salona Arenayê tije bû. Ji Îzmîrê 27 otobus, 71 wesayîtên taybet û bi trên û balafiran bi hezaran kes tevlî bûn.” 
 
‘Yekane muxalefeta li dijî desthilatdariyê HDP’ 
 
Reyhanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku yekane partiya muxalefetê ya li dijî desthilatdariyê HDP ye û ev tişt vegot: “Xwedîderketina li HDP’ê desthilatdarî tirsand.Ji ber vê zextên li ser aliyên demokrat û Kurdan zêde kir. Lê HDP’iyan bi coşek mezin salon tije kirin û peyama ‘Em xwedî li partiya xwe derdikevin, em li virin’ dan. Tevî hemû tinehesibandinan gelê Kurd têk neçû.Ne tenê em Kurd, demokrat, sosyalîst heta ji hemû cîhanê sosyalîst li wir bûn.”