‘Êrîşa li dijî Efrînê bêtehemuliya li dijî gelê Kurd e’

  • 10:31 12 Sibat 2018
  • Ramyarî
 Şehrîban Aslan 
 
AMED - Êrîşên li dijî Efrînê roja 24’an li pey xwe hişt. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku êrîşê li ser Êfrînê ku jin û zarok jî tên qetilkirin, bêtehamuliya li dijî gelê Kurd nîşan dide. 
 
Êrîşên li dijî Efrînê roja 24’an li pey xwe hişt û bertekên li hemberî êrîşan didomin. Bertekên tên nîşandan jî hewl tê dayîn bi girtin û binçavkirinan bê çewisandin û li aliyê din jî naxwazin rastî derkevin holê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp balkişand ser kesên bertek nîşani êrîşan didin û got: “Her ku ev bên lêpirsînkirin, armanca operasyonê, qetilkirina jin, zarok, kal û pîran û her wiha kîjan bombe tên bikaranîn dertên holê. Ji ber bi van rastiyan re neyên rû hev û neyên mahkumkirin qedexeyan tînin.” 
 
‘Mijara Efrînê ji nişkave derneket’ 
 
Sîbelê destnîşan kir ku divê li beriya pêvajoya Efrînê bê mêzekirin û ev tişt anî ziman: “AKP ji bo bibe desthilatdar serî li hemû riyan dide. Ji pêkanînên destura bingehîn ya 1982’an wêdetir pêkanîn tên jiyîn. Ji nişkave mijara Efrînê derneket holê. Motîvasyona AKP, MHP û CHP’ê li dij Kurdan e. Êrîşên li dijî kurdên Bakur û derveyê sînor ji hev cuda nînin.” 
 
‘Dixwazin kurdan tine bikin’
 
Sîbelê bi lêv kir ku tiştên îro pêk tên ji hewldana darbeya 15’ê tîrmehê cuda nayê girtin û got êrîşên li dijî kurdên li nav sînorên xwe têr nabînin û nexwest referanduma Başûr jî bibîne. Sîbelê diyar kir ku her sê partiyan jî ji bo operasyona derveyî sînor a li dijî referanduma PDK’ê pêk jî erênî nêz bibûn û got ew bi feraseta tûnekirina kurdan re rû bi rû ne. Sîbelê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi rojane em li Amedê xebatan dimeşînin. Gelê Amedê li dijî êrîşa Efrînê bi hêrse. TSK û OSO'yê piştgiriya fînansman ji ku digirin. Armanca wan a îdeolojîk çi ye. Di esasê de her ku ev bên lêpirsîn kirin armanca operasyonê, qetilkirina jin, zarok, kal û pîran, bombeyên çawa bikar tînin dertê holê.” 
 
Sîbelê balkişand ser kesên bertekên xwe yên li dijî şer nîşan didin hema tên binçavkirin û got wê ew li her derê bertekên xwe bînin ziman.