Leyla Xalid: Em ê hemû zindanan hilweşînin

  • 15:01 11 Sibat 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Endama Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalid tev li Kongreya HDP'ê bû, bal kişand ser tevdîrên awarte yên ewlehiyê, aşkera kir ku heman dîmen li Fîlîstînê dîtiye û ev tişt got: "Li ku mêtingerî û zext hebe, dê li wir berxwedan bilind bibe. Dê gel pêşeroj û jiyanê ava bike."
 
Kongreya HDP'ê ya li Arenaya Enqereyê bi xwendina peyam û axaftina mêvanan dewam dike. Di nava mêvanên beşdarî kongreyê bûn, Endama Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalid jî hebû. Dema navê Leylayê hat xwendin, beşdarvanên kongreyê li çepikan dan.
 
Leylayê beşdarvan silav kirin û ev tişt got: "Min ji we re ji welatên penaber û silavên gelê Fîlîstînê aniye. Dema ez hatim min silavên endamên Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê yên di zindanan de ji we re anîn. Nasnameya zindanan tune, li ku dibe bila bibe heman tişt e. Daxwazên hemûyan azadî û demokrasî ye. Em vê ji zindanên Fransayê hîn bûn. Em piştgiriyê didin têkoşîna we û ji bo em hemû zindanên li ser rûyê erdê birûxînin, em ê li cihê wan navendên çandê û dibistanan ava bikin. 
 
Gel jiyan û pêşerojê ava dikin
 
Leylayê got ku wê îro li Enqereyê du dîmen dîtine û wiha pê de çû: "Di serî de hemû kuçe û dora vê salonê, polîs hatibûn bicihkirin. Heman rewş li Fîlîstînê heye. Lê dema ez ketim vê salonê min gelên Tirkiye û Kurdistanê dît. Li ku mêtingerî, zext û zordarî hebe, dê li wir berxwedan bilind bibe. Hûn li vir li ber xwe didin. Ez li ser navê gelê Fîlîstînê yê ku axa wan hatiye dagirkirin, berxwedana we bi hurmet silav dikim. Em li dijî dagirkeriya Efrînê bi we re dengê xwe bilind dikin. Hemû şeran her dem mirin anîne. Gel jiyan û pêşerojê ava dikin."
 
Leylayê aşkera kir ku piştî wê bîhîstiye Selahattîn Demîrtaş, hevrêyên wî û bi taybetî Gultan Kişanak hatiye girtin, hîs kiriye ku divê hêza xwe bikin yek û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ê li vê kongreyê ji bo we ricayekê bikim. Li dijî Îsralîlê li tevahiya Tirkiyeyê boykotê bilind bikin."
 
Azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin
 
Serokê Koma YNK'ê yê Parlamentoya Iraqê Karez Abdullah, bal kişand ser komkujiya Seddam Huseyîn a li dijî kurdan û ev tişt anî ziman: "Kurd hatin înkarkirin, lê em li gel demokrasî û têkoşîna wekhev in. Ez ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. Ji Serok Abdullah Ocalan re jî azadiyê dixwazim."
 
Piştî axaftina Karez Abdullah li salona kongreyê dirûşma "Bijî Serok Apo" bilind bû.