Serpîl Kemalbay: Em dibêjin hêvî di destên me de ye û em têkoşînê mezin dikin

  • 13:13 6 Çile 2018
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di axaftina Konferansa Herêmê ya partiya xwe de diyar kir ku ew ê bi moralekî mezin biçin kongreya xwe û wiha got:"Li dijî hemû polîtikayên şer û hemû zextan em dibêjin hêvî di destên me de ye û em têkoşîna xwe mezin dikin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan berî Kongraya Awarte ya ku dê di meha Sibatê de pêk were li Amedê Konferansa Herêmê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, endamên HDP, MYK û PM'ê û nûnerên Rêxistina Bajar a Amedê a HDP'ê beşdarî konferansa ku li Eywana Konferansa Vedat Aydin a Avahiya Bajêr a Amedê pêk hat bûn. Li eywana konferansê pankarta "Ji do heta a niha bi heman biryarê ji rabirdûyê heta siberojê bi heman wêrektiyê" hat dardekirin. Konferans bi rêzgirtina ji bo siyasetmedarên jin Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir ên ku li Parîs û Silopiyê hatin qetilkirin, dest pê kir. Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Serpil Kemalbay hat kirin. Serpilê diyar kir ku dîroka mirovatiyê dîroka têkoşînê ye û HDP jî rola xwe ya dîrokê pêk tîne. 
 
'Em têkoşînan dipejirînin'
 
Serpilê diyar kir ku bi bedelên mezin wan serkeftin bi dest xistine û wiha got:"Em jinên kurd ên siyasetmedar ku li Silopî û li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr tînin. Mîrasa têkoşînê ya ku wan ji me re hişt em ê jî dewrî nifşên din bikin. Daxwaza gelên Tirkiyeyê ew bû ku piştî 7'ê Hezîranê guhertinek çê bibe. Aliyekî ku bawer dike HDP'ê ev guhertina kiriye heye. Dewletê ev dît xwest vê yekê tune bike. Loma zext û tundiyên ku heta îro berdewam dike xistin dewrê. Dest bi şer kirin, komkujî pêk anîn lê me serî hilda û em bi têkoşînê li ser piyan man. Gel li dijî diktatoran li ser piya ne. Rojava ji bo me rêyek baş xêz dike. Îro gel li dijî despotîzma Îranê li ser piya ne. Em van hemû têkoşînan wekî HDP dipejirînin. Em ê ligel têkoşîna gelan û daxwaza wan a azdiyê bin.
 
'Hewl didin ku me tasfiye bikin'
 
Serpîlê diyar kir ku bi hatina sala 2018'an AKP'ê êrîşên xwe zêde kir û bal kişand ser cezayê ku li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken hat birîn û wiha got:" Ji ber ku Îdrîs Baluken bû dengê gelan, ji bo ku nakokiyên jina, xwezayê û civakê anî ziman ew girtin. Ceza li Sebahat Tuncel, Leyla Birlik û li gelek hevalên men ên din hat birîn. Bi vê yekê peyamekê didin me û dixwazin me tasfiye bikin. Em jî dibêjin ku çi ji destên we tên, bikin."
 
'Kesên ku jiyana xwe ji dest dane li dijî wan rêzdarî tuneye'
 
Serpîlê bal kişand ser êrîşên li dijî goristanan û  wiha got:"Li dijî kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêzdarî nemaye. Kêsên ku di vê dozê de têkoşîn kirin ew ji goristanên wan derxistin û birin. Hêrsa îktidarek mezin bi wan re çêbûye loma êrîşî her derê dikin. Piştre cilê yekreng ket rojevê. Tevî ku zanin, nikarin cilên yekreng li girtiyan bikin jî dîsa ev xistin rojevê. Armanca wan guhertina rojevê ye û bi vê yekê diziyê bikin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Em ê bi yên ku dixwazin Komarê demokratik bikin, sala 2018'an bi awayekî hîn baş pêşwazî bikin. Em ê bi moralekî mezin biçin kongreya xwe."
 
'Em ê dest û mil bidin hev'
 
Serpîlê herî dawî wiha got:"Em dizanin ku rewşa rejîma AKP Erdogan ku têkoşînek ewle bike nemaye. Em bi îktîdarek reben ku tu dostê wê nemaye rû bi rû ne. Ya ku para me dikeve ev e ku em dest û mil bidin hev û têkoşîna xwe bikin. A niha hêvî di destên me de ye û êm têkoşîna xwe mezin dikin."