Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yekreng serî hildin

  • 10:10 29 Kanûn 2017
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel derbarê KHK a ku herî dawî hat weşandin de wiha got:"Kiryara cilên yektîp êrîşek li dijî rûmet, maf û azadiya mirovan e. Ev bê rûmetiya ku tê xwestin li ser me bê ferzkirin em tu caran napejirînin. Em tenê cilên yekreng naçirînin û navêjin em ê di heman demê de li dijî vê hişmendiyê serîhildana xwe mezin bikin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk Sebahat Tuncel ji 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Kandirayê ku li wir girtiye derbarê KHK a ku 24'ê Mijdarê de hat weşandin de peyamek şand. Sebahatê bal kişand ser rejîma OHAL'ê ya ku bi KHK'yan tê birêvebirin û diyar kir ku ev yek bandorê li ser siberoja gelan dike. Her wiha Sebahatê anî ziman ku rejîma yekzilam ku parlamentoyê bêwesif dike tariya ku Tirkiye dijî kûrtir dike û Tirkiye ber bi kortalekê ve diçe.  
 
Sebahatê di nameya xwe de wiha got:
 
"Dewlet bi KHK a ku herî dawî hat derxistin sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, binpêkirina kedê, cihêkirinê dike bin ewlehiya xwe. Kiryara cilên yekreng êrîşa li dijî rûmet, maf û azadiya mirovan e. Em bêrûmetiya ku tê xwestin li ser me bê ferzkirin em napejirînin. Em tenê cilên yekreng naçirînin û navêjin em ê li dijî vê hişmendiyê serî hildin. 
 
'KHK a ku herî dawî hat derxistin hemû gelan û jinan tehdîd dike'
 
"Ev KHK a ku herî dawî hat derxistin ewlehî û azadiya hemû gelan û jinan tehdîd dike. Divê li dijî vê yekê dengekî hîn bi hêz berz bibe. Îktidara ku reklama 'em ê qadroyê bidin taşerona' dikin, bi vê yekê dixwazin ku pergala mêtingeriyê û rastiyan veşirê, vê yekê wekî amûr bi kar tînin."