Dîlan Dîrayet: Lîstikên tifaka mêr ava kirine wê jin xera bikin

  • 10:50 28 Kanûn 2017
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr pêvajoya têkoşînê ya salekê  û ya ku jin di sala 2017’an de bûn hedefên polîtîkayên desthilatariyê nirxand û got tevî hemû êrîşan jî wan gav paşve navêtine û wiha got: “Stratejiya mêr wê di dema nû de zêdetir tifaqê ava bike. Dibe ku desthilatdariya 15 salan a AKP’ê hebe; lê têkoşîna jinê bi hezaran sal e.  Wê jin vê lîstikê xera bikin.”
 
Saleke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bû hedefa operasyonên hikûmeta AKP’ê yên bi OHAL’ê re ketin jiyanê, bi têkoşînê derbas bû. Parlamentera Agirtiyê ya HDP’ê û Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr êrîşên li ser partiya wan û bernameya têkoşîna dema nû nirxand.
 
'Xwestin bajarên kurdna bê nasmame bihêlin'
 
Dîlanê bi lêv kir ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di 2014’an de di bin navê ‘plana têkbirinê’ de li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoya tasfiyeyê daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê dorpêça bi mehan berdewam kir hat jiyîn. Bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Avabûna çandî ya erdnîgariyê hat xerakirin. Bi taybet hat xwestin ku Sûr bê nasname bê hiştin. Heman awayî li Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê jî heman polîtîka xistin jiyanê.”
 
Dîlanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li dijî kesên HDP’î û hemû aliyên piştgiriyê didin HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî û êrîş hatin destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev êrîş li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê bû.  Di vê polîtîkaya esas de ya herî zelal cih digirt polîtîkaya jinê bû.”
 
Jin ‘xewna bi tirs’ a AKP’ê ne
 
Dîlanê destnîşan kir ku bi van êrîşan re hêza jinê bûye hedef. Dîlanê di berdewamiyê ev tişt bi lêv kir: “Di çareseriya pirsgirêka civakî de; Em partiyeke bi mêjî û hişmendiya jinê tevdigerin in. Hêza jinê bi giştî hedef hat girtin. Ji faliyetên propagandaya AKP’ê ya 15 salan bigire heta dema ku ‘demokratîkbûn’ lîstiye, helwesta wê ya li dijî jinê ti car neguherî. Ji roja ewil heta niha xwe li cihekî ku dijminahiya jinê kir bi cih kir.”
 
‘Êrîş zêdetir bûn’
 
Dîlanê diyar kir ku HDP partiyek jinê ye û hêza xwe ji jinan digire, AKP jî di çareseriya pirsgirêkên civakî û pêkhatina demorkasiyê de hêza jinê ferq kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vî alî de li Meclîsê her tim polîtîkayeke ku jinê ji wekî ayik û  diyar dike derket holê. Jinên li dijî vê têkoşîn meşandin jî bûn ‘xewna bi tirs’ a AKP’ê. Berê ev veşartî dikir, lê niha bi awayekî aşkera û hovaneti pêk tîne. 
 
Em hem ji tevgera jinên Kurd û hem jî ji tevgera jinên cîhanê hêzê digirin û têdikoşin. Ji ber vê em bûn hedef. Di êrîşên li dijî HDP’ê de ewil jin hedef hatin girtin. Parlamenteriya hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag û sê hevalên me yên din hat xistin. Dîsa bi dorpêçan re aktîvîstên jin hedef hatin girtin.  Li Sîlopiyê hevalên me Sêvê, Pakîse û Fatma hatin qetilkirin.  Beriya wê bedena Ekîn Wanê hat teşîrkirin.”
 
‘Stratejiya mêr di dema nû de zêdetir tifaqê ava dike’
 
Dîlanê cenazeyê dayika Taybet ya li Sîlopiyê di qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin û bi rojan li kolanê hatibû payîn jî bi bîr xist û got: “Di hemû êrîşan de hedefgirtina jinan ne tesaduf e. Dîsa gelek jinên di siyasetê de pêşeng bûn hatin girtin. AKP her demê bi mêran tifaqê çêdike û stratejiya xwe bi mêran re mezin dike.  AKP ya serdestiya mêr pîroz dike, pêşî li şîdeta jinê ve dike. Di vir de stratejiyek wan jî dertê holê. Ji ser gotinên ‘Ti serî li hember min bitewîn’, ‘Ti karî li ser jinê her tiştî pêk bînî’ bi meran re dikeve tifaqê.  Lê wê jin vê lîstika wan xera bike.”
 
‘Wê êrîş zêde bibin’
 
Dîlanê bi lêv kir ku di demên ku kes nedikarî bên cem hev û li kolanê bimeşin, jin bi dirûşme û tilîliyan derketin kolanan û 8’ê Adarê pîroz kirine. Dîlanê ev tişt daxuyand: “Ji 8’ê Adarê heta Newrozê li kolanan bûn.  Piştre der barê referandumê de kampanyaya ‘na’ rêxiti kirin. li dijî qanûna miftitiyê muxalefetek cidî pêk hat.  Vê jî bêtehemulê bi xwe re anîn. Em dibînin ku ev êrîş wê hîn zêdetir bibin.”
 
‘Saleke tije têkoşîn li bende me ye’
 
Dîlanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “HDP’ê tevî OHAL’ê di seranserê sala 2017’an de kampanya û xebatên xwe meşand. Ji bo me dema nû girînge. Saleke tije têkoşîn li bende me ye. Emê di navbera 6 û 13’ê Çile de li  6 herêman konferansên jinan pêk bînin. Emê bi jinan re dema nû nîqaş bikin. emê polîtîkayên jinan yên HDP’ê li ber çavan derbas bikin. Emê têkoşîna xwe bi 8’ê Adarê re tacîdar bikin.”
 
Dîlanê di dawiyê de wiha got: “Rejîm hêza çêkere. Jin di ferqa vê de ne. Ev serkeftin teşeyê xwe îfadekrina hêza çêkere.  Li gorî me desthilatdarî li dijî têkoşîna jinê ji her demê qelstire. Ji ber jin ji têkoşîn û muxalefeta civakê xwedî bûye û heta îro hatiye. Dibe ku desthilatdariya 15 salan a AKP’ê hebe; lê têkoşîna jinê hezar saliye.  Wê jin vê lîstikê xera bike. Ji bo jinan hêvî li ser piyane.”