Hamîde Yîgît: Hevdîtinên Kurd têde tinebin bê encam dimînin

  • 09:15 25 Kanûn 2017
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de nirxandin kir û bal kişand ser Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya wê li Soçî pêk bê û got pêkhateyên esas ên çareseriya siyasî hikumeta Sûriyeyê û nûneriya Kurd e. Hamîdeyê bi lêv kir ku çareseriyek bê Kurdan nabe.
 
Nûnerê taybet yê Sûriyeyê yê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku wê Kongreya Diyaloga Neteweyî di navbera 29-30’ê Çile de li Soçî bicive û wê PYD tevlî nebe.  Lê di kongreyê de ji nûneriyên kurd wê hebin.  Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît da zanîn ku  di zîrveyeke der barê Sûriye û Rojhilata Navîn de heta kurd tevlî nebin wê  biryarên çareseriyê neyên girtin û pêvajoya dawî nirxand.
 
Hamîdeyê daxuyakirin ku gotinên Tayyîp Erdogan yên ‘em ê bikevin Efrînê’ tu wateya wan tune ye û wiha pê de çû: “Dema li hember Îdlîbê operasyon hat kirin di rojên ewil de çapemeniya alîgir got hedefa esas kurdên li Efrînê ne. Min wê demê got niha jî dibêjim ‘Çûyîna AKP’ê ji ber ferzkirina li AKP’ê bû.”
 
‘Tenbûna piralî dijminahiya li dijî Kurdan e’
 
Hamîdeyê bi lêv kir ku AKP ya di polîtîkaya Sûriyeyê de îflas kiriye, ji ber şansekî wan yê ku vê peywirê qebûl neke tinebû, çapemeniya alîgirê wan wekî serkefitina wan nîşan da. Hamîdeyê ev tişt anî ziman: “Di polîtîkaya derve û hundir de tengezarbûn dijberbûna Kurdan e. Di van rojan de AKP ji bilî vê nikare argumanekê pêşniyar bike.”
 
Hamîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şerê wekaleta Sûriyeyê de Îdlîb wê fînal be. Ji serî de  bi çavê ‘wê derê wê bibe şerê Tirkiyeyê’ mêde dikirin. Ji ber tişa ku Îdlîb kir navenda cîhandiyan derî ji Tirkiyeyê hat vekirin.Li Astanayê peywir ji bo Tirkiyeyê hat dayîn ku pisgirêka cîhadiyê ya afirandiye bila ew çareser bike.  rola krîtîk ya dane Tirkiyeyê: te çi çandiye wê rake.” 
 
Hamîdeyê gotina ‘Hemû aliyên pêvajoya Cenevreyê vexwendîne’ ya ji bo Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Astanayê berdewam dike, b ibîr xist û got ev daxuyaniyek formalîte ye û wiha pê de çû: “Ji ber ji ti civînên Cenevreyê encam derneket. Di civîna Cenevreyê ya 2016’an de Rûsyayê tevlîbûna PYD’ê xwest.  Lê DYA’yê red kir. Li şûna vê heyeta Rihad ya piştgirî dida Suud şandin Cenevreyê.  Ev jî nîşan dide ku hevdîtinên beyî Kurdan bê encam dimîne.”
 
‘Tirkiye mahkumê Rûsyayê ye’
 
Hamîdeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Sûriyeyê şerê vekaletê êdî hatiye dawî û dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya ji vir şûnde cihê xwe ji çareseriyê re dihêle. Kirdeyên rastîn yên çareseriyê gelên Sûriyeyê ne. Kurd jî pêkhateyek krîtîk ya çareseriyê ye. Her kes divê vê qebûl bike.Tirkiyeyê jî di zîrveya Soçiyê de ferzbûna vê dît û qebûl kir. Pêkhateyên esas yên çareseriya siyasî hikûmeta Sûriyeyê û Kurdin. Tirkiye jî hem hêsankar û hem jî dixetimîne. Hêsankirina wan ji ber mahkubûna Rûsyayê pêk tê. Xitimîna wê jî ji ber Kurdên xwe ferz dike pêk tê.”