Sebahat Tuncel: Tecrîda li Îmraliyê li dijî aştiya gelan e

  • 14:39 17 Kanûn 2017
  • Ramyarî
ENQRE - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ji bo 8'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê name şand. Sebahetê di nameya xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: "Îro tecrîda li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, di eslê xwe de li dijî aştiya gelan û li dijî rexistinbûna wan e.  Ji ber vê têkoşîna bi tecrîdê re ji bo aştiya gelan û azadiya wan jî girîng e."
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Sebahat Tuncel ji Girtîgeha Tîpa F a Kandrayê ji bo 8'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê ya li Enqereyê tê lidarxistin name şand. Nameya Sebahatê ji aliyê jinan ve bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi çepikan hat pêşwazîkirin. Name ji aliyê Endama Dîwanê Gulseren Pusatli ve hat xwendin. Sebahat bi sivkirina kesên li salonê  dest bi nameya xwe kir û wiha got:
 
'7'ê Hezrîanê berhema ked û berxwedana me ye'
 
"Em we bi baweriya xwe ya azadiyê û bi hêza xwe ya berxwedanê bi rêzdarî û heskirin silav dikin. Em di demek dîroklî de lijneya xwe ya giştî pêk tînin...Tişta girnîg ew e ku di vê pêvajoyê de em azadî û demokrasiya ku pêdiviya jinan, gelan û xwezayê pê heye re pêşengiyê bikin û tişta dkeve ser milên me pêk bînin.
 
Berxwedana HDK'ê ya ku ji bo nihrxên gelanî, jinan û ciwanan bibe deng çîroka serkefitinê bi xwe re aniye. Ji ber vê encma hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo vê destpêkê gelek girîng e. Ev berhema ked û berxwedana me ye.
 
'Pêdiviya me bi destpêkek nû heye'
 
Rêhevalên hêja niha pêdiviya me bi destpêkek nû heye. Ji bo ku em  tecrûbe û destkefitiyên me bi destxisitne mezin bikin û kêmasiyên xwe temam bikin ev lijeneya me ya giştî ku wê tê de niqaşên girîng bên kirin girîng e.  Wekî ku Lenîn gotiye 'tirsa ji pêşketinê xwe paşve kişandin e' heta roja îro em her pêşve çûn. Me tenê ji bo kêmasiyên ku hatine kirin neyên dubarekirin li paş xwe nêrt. Ji ber vê niqaşên girîng ên ku îro em bikin, wê nexşerêya me ne û wê pêşeroja HDK'ê jî diyar bikin. Niha tişta ku gelê me ji me hêvî dike ew e ku em rola xwe ya pêşengtiyê baş bilîzin û ev jî berpirsiyariya me ya dîrokî ye.
 
'Li dijî îşkenveya li îmraliyê berxwedan divê'
 
Heta ku pirsgirêka Kurdistanê neyê çareserkirin em nikarin ne bahsa aştiyê û ne jî bahsa azadiyê bikin. HDK ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û ya Kurdistanê cihê hevpar e. Berxwedana hevpar tenê bi tunekirina faşîzmê re bi sînor namîne, hêza ku pergala azadî xwaz bê avakirin dide. Wekî ku li Rojava di meriyetê de ye ji bo avakirina pergala me jî girîng e. Îro tecrîda ku li Îmraliyê di kesayeta Abdullah Ocalan de di meriyetê de ye di eslê xwe de li dijî aştiya gelan û rêxisitna wan di meriyetê de ye.
 
Ji bo ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin niqaşên HDK û biriyarên ku bên girtin ji bo daxwaza azadiyê ya gelan girîngin. Bi hêviya ku em di rojên azad de hev bibînin."