Ji bo jinan banga siyasetê ya di bin sîwaneya DBP’ê de

  • 09:11 16 Kanûn 2017
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama DBP PM’ê Halîde Turkoglu bal kişand ser pirsgirêka di siyasetê de nebûna jinan û diyar kir ku DBP’ê li navend û navçeya kongre pêk aniye ketiye pêvajoyek nû ya rêxistinbûnê û banga siyasetê ya di DBP’ê de kir.
 
Endama DBP PM’ê Halîde Turkoglu balkişand ser berxwedana jinan a li dijî êrîşên li hember qezencên jinan û wiha got: “AKP hewl dide muxalîfan bi KHK’yan beralî bike û em jî berovajî vê hewl didin vê xurtir bikin. Di vê esasê de têkoşîna jinê cihekî girîng digire.”
 
‘Me têkoşînên mezin dan’
 
Halîdeyê destnîşan kir ku jin û siyaset nav hev de ye û ev tişt anî ziman: “Di asta niha de polîtîkayên li hemberî jinan li cihekî diyarkirî disekine. Ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê, qezencên jinan hatine xespkirin. Hikumet hewl dide jinan bişîne malê. Di vir de jî mekanîzmaya siyasetê dikeve dewrê. Di siyasetê de em pirsgirêka jinbûnê dijîn. Jinan ji bo di siyasetê de cih bigirin têkoşînên mezin dan. Bi vê re gelek qezenc hatin bidestxistin. Lê bi OHAL’ê re qada jinê rastî êrîşê hat.”
 
‘Têkoşîna jinê cihekî girîng digire’
 
Halîdeyê êrîşa li dijî rêveberiyên herêmî ya DBP’ê nirxand û got: “Di 9’ê Tîrmehê de me Navenda gitşî ya DBP’ê pêvajoya kongreyê jiya. Di vê pêvajoyê de di bin navê sernavên akademîbûn, rêveberiyên herêmî û rêxistibûnê de mîsyonek nû nîqaş kir. Em ketin pêvajoyeke ku tax û STK jî têde cih digirin. AKP hewl dide bi KHK’yan beralî bike lê em berovajî vê xwe xurt dikin. Di vê esasê de têkoşîna jinê cihekî girîng digire.” 
 
Halîdeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku armanc avakirina îdeolojike û got: “DBP mekanîzmaya xwe ya siyasî bi îdeolojiya jinê re tîne cem hev. Bi STK’yan re hevdîtin tên kirin, bi gel re civîn tên kirin. Nêrîneke di esasa jinê ya partiya me heye.  Li ser îdeolojiya jinê xwe heyî dike ye. Ji bo me ya girîng ev e ku jin xwe li her qadê pêş bixînin û nîqaşan bikin.”