Peyama bi fezlekeyan hatiye dayî: Neaxivin!

  • 09:14 6 Kanûn 2017
  • Ramyarî
ENQERE - Fezlekeya bi îdiaya ‘Biçûkxistina hikûmeta komara Tirk’ a derbarê parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran de hatiye amadekirin gihaşt meclîsê.  Derbarê Ayşeyê de heta niha bi tevahî 35 fezleke hatine amadekirin. Ayşeyê diyar kir ku fezleke tên wateya ‘dernekevin nav gel, neaxivin, muxalefetê nekin.'
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kir. Hinceta fezlekeyan ev e ku 19 parlamenterî di 2’ê Gulana 2016’an de di hevdîtinên ‘rakirina destnedanan de’ li meclîsê dirûşme berzkirin û protesto kirin e. Yek ji parlamenterên derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran e. Hinceta fezlekeyê ev e ku Ayşeyê di pîrozbahiyên 21’ê Adara 2017’an de di Newrozê de axaftina kiriye. Fezleke jî bi îdiaya ‘ biçûxistina hikûmeta komara Tirkiyeyê û heqeret li serokkomar’ hatiye amadekirin û tê xwestin ku destnedana Ayşeyê rabe.
 
Di çarçoveya fezlekeyê de bi daxwaza derbarê Ayşeyê de li gorî 83’emîn xala Destura Bingehîn destnedana wê bê rakirin, fezlekeya hatiye amadekirin gihaşt meclîsê. 
 
Bi fezlekeya dawî re bi giştî fezlekeyên derbarê Ayşe Acar de hatiye amadekirin gihaşt 35’an.  Ayşeyê derbarê mijarê de destnîşan kir ku hema hema hemû axaftinên wê yên di bernameyan de hatiye şîrovekirin û gotinên wê bi nûçinkê hatine hilbijartin û kirine fezleke. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Ev tê wateya ‘dernekevin nava gel, neaxivin, muxalafetê nekin.’  Tu wateyeke din a evqas fezlekeyan tuneye.”
 
Parlamenterên din ên derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin wihane: Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Sîbel Yîgîtalp, Çaglar Demîrel, Huda Kaya, Adem Geverî, Mîthat Sancar, Ferhat Encu, Gulseren Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Garo Paylan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Meral Daniş Beştaş, Mahmut Togrul, Ertugrul Kurkçu, Mizgîn Irgat, Saadet Becerîklî, Nadîr Yildirim û Ziya Pîr.