Jin: Yekîtiya Neteweyî ji bo gelên Rojhilata Navîn qezenc e

  • 09:18 30 Mijdar 2017
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jinan diyar kir ku hewcedariya piştgiriyê bi kongreya yekîtiya neteweyî heye û got yekitî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn qezencek e. Jinan got wê yekîtiya neteweyî û fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qezenc bikin.
 
Bi pêşengiya KNK’ê gelê Kurd xebatên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî didomîne. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya di alî jinan de û got: “ Herî zêde jin hewce bi xebatên yekîtiya neteweyî dibînin. Ji ber jinên li Şengalê ne di pozîsyona ku parastina xwe bikin de bû. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, wek kole li bazaran hatin firotin. Lê îro têkoşîn û paradîgmaya azadiya jinê qezenc kir.”
 
‘Taktîka parçe bike naqede’
 
Hacerê bi lêv kir ku bi salane xebatên yekîtiya neteweyî tên meşandin û got ê herî zêde dixwaze yekîtiya neteweyî pêk bê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “ Xebatên yekîtiya neteweyî bi pêşengiya Abdullah Ocalan hatin astekê. Li girtîgehê jî ji Barzanî û Talabanî re name dişand. Diyar kir ku divê bi rêya heyetan pêşiya xebatan bê vekirin. Ji aliyê jinan ve civînek hat kirin. Lê ji ber hemû partî tevlî nebûn kêm ma. Piştî Mam Celal jiyana xwe ji dest da, bi çar aliyan re hatin cem hev  û xwedî derketinek jî çêbû. Lê geşedanên Kerkukê lezgîniya yekîtiya neteweyî dîsa nîşan da. Heta yekîtiya neteweyî pêk neyê wê polîtîkaya parçekirinê berdewam bike.”
 
‘Zemîna neteweya demokratîk heye’
 
Hacerê anî ziman ku têkoşîna azadiya Kurd hatiye astekê û got Rojava mînaka herî şênber e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Qezencên Rojhilat ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû hêvî. Divê bi yekitiya neteweyî jî sînor nemînin. Em dibêjin yekitiya Kurd lê  wê Yekitiya Kurdan pergalek konfederal a demokratîk ava bike. Zemîna neteweya demokratîk jî heye. Yekîtiya neteweyî ji bo jinan gelek girîng e û divê jin ji vê re pêşengiyê bike.”
 
‘Yekitî şert e’
 
Hevşaredara Roboskê Zeynep Urenê jî bal kişand ser yekîtiya neteweyî û ev tişt anî ziman: “ Di dîrokê de wendakirina Kurdan her tim ji ber nebûna yekitiyê pêk hatiye. Xweserbûna her partiyekê heye. Girîngiya yekîtiya neteweyî jî heye. Ger em bixwazin li ser vê axê qezenc bikin divê em bibin yek. Di demên dawî de pevçûn zêde bûne. Ji bo ev bi dawî be divê Kurd bibin yek. Kurd ev 40 sal in bedelan didin. Pevçûnên dawî yên li Başûr ji bo her kesî bû dersek mezin. Qezenca Kurdan qezenca jinan in. Her wiha fikrên Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn gelek girîng in. Çi dibe bila bibe wê fikrên Birêz Abdullah Ocalan qezenc bikin.”