Leyla Bîrlîk: Gelê Cizîrê dîrokê dinivîse

  • 16:47 26 Mijdar 2017
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Kongreya xwe ya 4'emîn a Asayî pêk anî.  Di kongreyê de parlamentera DHP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk axaftinek kir û diyar kir ku gelê Cizîrê bi salan e dîrokê dinivîse û nivîsandina xwe berdewam dike.
 
Rêxistana DBP'ê ya Navçeya Cizîrê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku li avahiya DBP'ê hat lidarixistin de Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevsrokê KCD'ê  Berdan Ozturk, Hevserokê DBP'ê Mehmet Alî Aslan, rêvebarên DBP - HDP'ê yên bajar û navçeyan, Aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî amade bûn. Kongre bi merasîma ji bo berxwedêrên azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Parlamentera Şirnexê ya HDP'ê Leyla bîrlîk di kongreyê de axivî û bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî.
 
Leyla bal kişand ser berxwedana jinan a ji bo wekheviyê û diyar kir ku jin bi berxwedana didin her roj gaveke din pêşve diçin. Leyla berxwedana jinên Rojavayê Kuridstanê jî bi bîr xist û got ku berxwedana jinên Rojava ji bo tevahiya jinên li cîhanê bûye mînak.
 
'Gelê Cizîrê çong nade'
 
Leyla destnîşan kir ku gelê Cizîrê bi salan e di berxwedanê de ye û got ku gelê Cizîrê bi berxwedana xwe dîrok nivîsandiye.  Leyla bal kişand ser berxwedana xwerêvebirinê ya li Cizîrê jî û wiha got: "Mehmet Tunç û rêhevalên wî dema dest bi têkoşînê kirin berxwedanek mezin dan û bi vê têkoşîna xwe peyam dan gelê kurd. Gelê kurd mecbûre ku yekitîya xwe pêk bîne. Gelê Cizîrê li ber kesekî çong neda.  Ji ber vê helwestê ye ku gelê Cizîrê herî zêde bi tundiya dewletê re rûbirû dimîne."
 
Piştî axaftina Leylayê Rêxistina DBP'ê ya Cizîrê rapora xwe ya çalakiyan aşkera kir. Ji bo hevsrokatiya DBP'a Cizîrê Heznî Aslan û Selahattîn Kolanç hatin hilbijartin.