Serpil Kemalbay: Hêza me ya ku em van rojên reş derbas bikin heye

  • 16:29 21 Mijdar 2017
  • Ramyarî
ENQERE - Hevsroka HDP'ê Serîl Kemalbay, di axaftina ku di civîna heftane ya partiya xwe de kir got, "Em ji bi milyonan kesên ku em hilbijartine berpirsiyarin.  Divê tu kes bê hêvî nemîne. Hêza me ya ku em van rojên reş derbas bikin heye."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, di civîna partiya xwe ya heftane de axivî. Serpîl di destpêka axaftina xwe de salvegera kuştina Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi bavê xwe re li Qosera Mêrsînê hat kuştin bi bîr xist  wiha got: "Duh Roja Zarokan a Navneteweyî bû.  Em dizanin ku zarok li Tirkiyeyê çiqas êş dikişînin û barê şer hildigirin."
 
'Em ê hesabê sucê mirovahiyê bipirsin'
 
Serpîlê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em li welatekî ku tê xwestin Ugur Kaymaz bê jibîrkirin dijîn. Ugur Kaymaz zarokê ku li gel bavê xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin e. Piştî ku Ugur kuştin li kêleka wî jî çekek danîn û wekî her carê gotin terorîst e. Ji bo ku Ugur neyê jibîrkirin û hesabê kuştina wî bê pirsîn rêveberiya herêmî bîrdariya Ugur Kaymaz da çêkirin û navê Ceylan Onkola a 12 Salî ku bi topa hawanê ya dewletê hat kuştin jî dabûn parkê. Qeyûmên ku hatine tayînkirin ji bo ku van hemû pêkanînên dijmirovî bidin jibîrkirin navê wan ji parkan rakirin. Dur an jî nêzîk em ê vê bipirsin."
 
'Bila kesek bê hêvî nebe'
 
Serpîl li dijî biryara Dadgeha Bingehîn a derbarê Gulser Yildirim de da jî bertek nîşan da û wiha got: "Em jixwe ne li hêviya biryarek demokratîk bûn.  Ji ber ku em dizanin ku Hiqûq di bin tehakuma sarayê de ye. Em mafdarin. Ji bo ku em van rojên reş derbas bikin em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Em ji bi milyonan kesên ku em hilbijartin berpirsiyar in. Em vê berxwedanê bi hev re bimeşînin."
 
Parlamenterên me nikaribûn deng jî bi kar bînin'
 
Serpîl bal kişand ser hilbijartina ku duh li meclisê hat kirin a ji bo serokatiya meclisê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: " TBMM'yê serokê xwe hilbijart.  Yê me jî endameke me hebû . Ew jî parlamenter Selma Irmak bû. Wekî ku selma berê jî gotibû parlamenterên partiya 3'emîn a meclisê li dervî meclisê tên hiştin. Serokê TBMM'ê ji bo siyasteke demokratîk heta îro tu tişt nekiriyê. Endama me Selma Irmak û parlamenterên me yên di girtîgehê de deng jî bi kar neanîn.  Êdî hun bibêjin ku ev mecliseke bi çi rengî ye."