'Tenê ez dikarim derbarê bedena xwe de biryarê bidim'

  • 12:10 17 Mijdar 2017
  • Ramyarî
ENQER - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, di axafitna xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclisê de axaftinên erdogan ên zayendperest ku derbarê jinan de dike rexnekirin û wiha got: "Derbarê bedena xwe de tenê ez dikarim biryarê bidin."
 
Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî. Feleknas axaftina Serokmar a Erdogan ku got "Bizewicin, zêde bibin. Di vê miharê de ez hesasiyeta jinên misliman girîng dibînim. Rêxistina terorê ya li Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek hesas e û herî kêm 5 -10 -15 zarokên wan hene" bi zimanekî tund rexne kir. 
 
Feleknasê di li Lijneya Giştî ya Meclsê de wiha got: 
 
 "Ez dixwazim bibêjim ku em carekedin axaftinên Serokomar Erdogan ên zayenperest û nijadperest şermezar dikin. Anîna ziman a van gotinên nijaderest û zayenperest beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî, carekedin zîhniyeta polîtîkayên dijminantiya jinê deşîfre kiriye .Di serî de Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ez bang li hemû raydedarên hikûmetê dikim ku dest ji van polîtîkayên xwe yên ku cudaxwaziyê dixin nava civakan yên nijadperest û zayendperest berdin.  Bedena min aîdê min e û mafê axaftinê yê ji bo bedena min tenê yê min e."