'Di şexsiyeta jinê de êrîşî îdeolojiya Brêz Ocalan kirin'

  • 09:26 14 Mijdar 2017
  • Ramyarî

WAN - Siyasetmedara Kurd Rojbîn Sevîl diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinan kesayetek girîng e û anî ziman ku bi tecrîtê re êrîşên li dijî jinê zêde dibin. 

Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hîn dewam dike. Piştî ku li ser medyaya civakî derbarê wî de parvekirinên bi îdîaya ku jiyana xwe ji dest daye belav bû, dîsa jî hîn bi wî re hevdîtin pêk nehatiye. Çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan li Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li Ewropayê didome. Ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe herî zêde jin berxwe didin. Hevseroka Şaradariya Edremîtê ya berê Rojbîn Sevîl Çetîn gotina Abdullah Ocalan a "Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe" bi bîr xist.
 
Rojbînê diyar kir ku rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jinê gelek girîng e û got:"Jin dibêjin qiymeta ku Brêz Ocalan di felsefe û paradîgmaya xwe de dide jinê, di tevgera azadî ya Kurdan de jî heye."
 
'Divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û civak bigihêjin hev'
 
Rojbînê pêvajoya tecrîdê ya ku bi komploya navneteweyî dest pê kir jî nirxand û wiha got:"Divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û civak bigihêjin hev."
 
'Di şexsiyeta jinê de êrîşa li dijî îdeolojiyê'
 
Rojbînê diyar kir ku dewlet di heman demê de êrîşî siyasetmedarên Kurd û jinan jî dike û wiha got:"Tevlî tecrîdê ev êrîşana zêde bûn. Di destpêkê de êrîş li sîstema jinê hat kirin. Hevserok ji peywira xwe hatin dûrxistin, jinên parlamenter hatin girtin. Li dijî vê yekê jin civakbûyina xwe diparêzin. Loma di şexsiyeta jinê de êrîşek li dijî Brêz Ocalan û îdeolojiya wî pêk hat."
 
Rojbînê di derbarê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ev tişt got:"Ji bo rêberekî wekî Brêz Ocalan gerek çi ji destên me bê em bikin. Kesên ku di çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de canê xwe feda kirin diyar kirin ku ev çalakîna çiqas girîg e. Brêz Ocalan siberoja jinan ronî dike. Loma em girtina Brêz Ocalan qebûl nakin. Em ê wekî jin di hemû serîldanan de cihê xwe bigirin."