HDP'ê banga tevlîbûna têkoşînê li jinên Edeneyê kirin

  • 09:02 11 Mijdar 2017
  • Ramyarî
Filiz Zeyrek
 
EDENE - Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku li gel hemû zehmet û zordariyan dîsa ew têkoşîna xwe didomînin û bi rêveberiya nû bang li hemû jinan kir ku di bin sîwana partiyê de bibin yek. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte ya Rêxistina Bajarê Edeneyê di rojên buhurî de çêkirin. Gulseren Tural a ku cara sêyem ji bo peywira Hevserokatiya Bajarê Edeneyê hat hilbijartin diyar kir ku li gel van zext û zordariyan dîsa jî gelek welatî ji bo ku di HDP'ê de cihê xwe bigirin tên avahiya bajêr û serî lê didin. Di heman demê de Gulseren Tural diyar kir ku rêveberiya bajêr a nûh dê hîn bi hêz û bi awayekî bi biryar tebikoşe. 
 
'Me pêvajoya xwe ya têkoşînê dest pê kir'
 
Gulserenê êrîşên ku  piştî 7'ê Hezîranê dest pê kirin wekî bêtehemuliya AKP'ê pênase kir û got:"Li gel zextê AKP'ê me kongreya xwe pêk anî. Me wekî partiya gelên cuda, bawerî û çandên cuda ya Rêxistina Bajarê Edeneyê em li dijî faşîzmê sekinîn û me dest bi pêvajoya xwe ya têkoşînê kir."
 
Gulserenê diyar kir ku "Partiya Demokratîk a Gelan partiya jinê ye" û wiha dewam kir:" Em ê bi jinan re hêzê bidin têkoşîna jinê. Em bangê li hemû jinan dikin ku di bin banê partiya HDP'ê de em bibin yek û em hîn bi hêz bibin. 
 
Gulserenê anî ziman ku heta ku ew faşîzmê bisekînin ew ê têbikoşin.