HDP ji CPT, TBMM û Wezareta Dadê re name şandin

  • 15:25 3 Mijdar 2017
  • Ramyarî
AMED- Endam û Rêvebirên navenda HDP’ê ya Amed’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji CPT, TBMM û Wezareta Dadê re name şandin. Parlamentera HDP'ê Feleknasê got ku roja aştiyê hîn li ser maseyê ye ku dewlet bixwaze du kesan bişîne dikarin di nava 6 mehan de vê pêvajoyê çareser bikin.
 
Endam û Rêvebirên navenda HDP’ê ya Amedê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin li ber avahiya PTT’ê ya Ofîsê daxûyanî dan. Daxûyanî ji aliyê  parlamentera  HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ve hat xwendin. Piştî daxûyaniyê nameyên ku hatine nivîsandin ji CPT, TBMM û Wezareta Dadê re hatin şandin.
 
Feleknas Uca di axafitina xwe  de 4’ê Mİjdara 2016’an de ku li dijî HDP û DBP'ê hat kirin bi bîr xist û wiha got: " Em wek hevparên HDP’ê îro jî bo 4’ê Mîjdara 2016’an ku qirkirina siyasî li  hemberî parlementer û hevserokan hate kirin li cem hevin û got ku salek di ser girtina  parlementer û havserokên me re derbas dibe. Em îro ji bo vê rewşê şermezar bikin, ji bo em balê bikişînin ser girtina parlamenteran hatine cem hev. Ji bo ku deriye siyasetê were girtin, ji bo ku dengê îradeya mîlyonan welatiyan neyê guhtarkirin em bi qirkirina siyasî re rûbirû man.  Niha  9 parlamenter û hevserokên me di girtîgehê de ne.”
 
‘Ev hemû tiştên hatin kirin ne rasthatin e’
 
Feleknas di berdewama axaftina xwe de got ku bi sedan dosya li hember axaftinên parlementerên wan hatine vekirin. Ji 59 parlamenterên wan 55'ên wan li dadgehan tên darizandin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji van parlamenterên ku tê ndarizandin yek jî parlementera me ya Colemêrgê Selma İrmak e. Ev hemû tiştên ku tên kirin tesadûf nîne. Di salvegera komploya siyasî de 10 sal ceza jê re hatiye birîn. Wek jin, wek gelê amadê em vê helwesta dadgehê şermezar dikin. Em dibêjin hûn çidikin bikin hûn nikarin me bidin sekinandin. Lê hûn nikarin îradeya azadî, têkoşîn û fikra me qut asteng bikin.”
 
‘Hikûmetê maseya çareseriyê qulipand’
 
Feleknas di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku îro ne bitenê ji bo protestokirina qirkirina siyasî hatine gel hev, her wiha li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo ku nameyan jî CPT, TBMM û Wezareta Dadê re bişlînin hatin cem hev û wiha dawî li axaftina xwe anî “Îro li Amedê du hezar name ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan tên rêkirin em jî ji van sê saziyan re name dişînin. Ev du sal û nîve ku tecrîdeke giran li ser  Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin û tu agahî jê nayê girtin ji ber vê jî fikarên vê civakê zêde bûne. Herkes dizane ku mîmarê aştî û çareseriyê Abdullah Ocalan e. Ji bo çareserî û demokrasiyê peyama herê mezin dema birayê Abdullah Ocalan, Mehmed Ocalan çûbû pê re hevdîitin kiribû gotibû ku gotibû hikûmetê maseya çareseriyê pulipandiye ye .”
 
Piştî daxûyaniyê nameyên ku hatine nivîsandin ji CPT, TBMM û Wezareta Dadê re hatin şandin.