‘Em di siyasetê de dîl hatin girtin lê li zindanan têkoşîna me mezin bû’

  • 09:06 3 Mijdar 2017
  • Ramyarî

Medîne Mamedoglu

MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku ev salek û nîve li girtîha Tîpa F ya Kandirayê girtiye, banga têkoşînê li hemû jinan kir û got: “Li dijî zîhniyeta tarî, em têkoşîna xwe mezin bikin û ji polîtîkayên şer re bêjin bes e.”
 
Di 4’ê Mijdara 2016’an de bi awayekî hevdem li gelek navend û navçeyan operasyonên qirkirina siyasî pêk hat û gelek parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û hevserok hatin binçavkirin û girtin.
 
Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tugluk, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, hevşaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun hatin girtin.
 
Gulser Yildirim ku ev salek û nîve bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ girtiye, di çar runiştinên hatin dîtin de nikare parastinê bike. Rûniştina wê di 15’ê Mijdarê de wê bê dîtin û Gulserê daxwaza tevlîbûna runiştinê kir. Gulserê li girtîgehê pirsên JIN NEWS’ê bersivand û darbeya 4’ê Mijdarê vegot.
 
*Hûn polîtîkaya zextê ya li ser parlamenterên jin çawa dinirxînin?
 
Êrîşên li dijî parlamenter, hevşaredar û hevserokên jin parçeyek polîtîkaya dijminahiya li dijî jinê ya AKP’ê ye. AKP her çiqas xwe oldar nîşan bide jî bi demogojiya pêkanîna edaletê hatibe ser desthilatdariyê jî  îro em dibînin ku ji bo desthilatdariya xwe  êrîşî hemû aliyan dike. Ji bo bi ser bikeve jî xwe ji tu pêkanînên dijmirovahiyê nade alî.
 
‘Ji bo muxalîfan mirinên sivîl ferz dikin’
 
AKP ya piştî têkçûna 7’ê Hezîranê hesabê desthilatdariya xwe kir, tifaqek kiriye û bi vê jî polîtîkayên şerê qirêj kiriye dewrê. Piştî 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL û KHK’yan  ji darbeya leşkerî kûrtir, darbeyek sivîl xistine jiyanê. Mirov tenê ji ber muxalîfbûn rastî pêkanînên dijmirovane hatin. Ji karê xwe hatin avêtin. Nuriye û Semîh ji bo vegerin karê xwe rastî zilmek mezin tên. 
 
‘Evqas êrîş nîşaneya tirsa AKP’ê ye’
 
Herî zêde jin li dijî polîtîkayên AKP’ê têdikoşin. Ji bo aştiyeke bi rûmet, wekhevî û demokrasiyê sekna herî xurt jinan nîşan daye. Ewil parlamenteriya hevseroka me ya giştî Fîgen Yusekdagê xistin. Ev ne tesaduf e. Dîlgirtina jinan a di siyasetê de têr nekir, parlamenteriyên wan xistin. Ev jî bi awayekî aşkera nîşan didin ku AKP ditirse.”
 
*Hûn operasyona qirkirina siyasî ya di 4’ê Mijdara 2016’an de çawa dinirxînin?
 
Di 4’ê Mijdara 2016’an de bi helîkopteran em li navendekê kom kirin û ev jî nîşan dide ku bi navendî kirine dewrê bû. Beriya wê hatibû plankirin ku wê kî bê girtin û bibin kîjan girtîgehan. 
 
*Daxwaza tevlîbûna we ya dadgehê tê redkirin. Ferzkirina SEGBÎS’ê tê çi wateyê?
 
Sedema polîtîkaya rehîniyê  ev e ku HDP’ê ji civakê dur bixin. Pêkanîna SEGBÎS’ê jî ji ber vê tê ferzkirin. Me dernaxin dadgehan. Ji ber dizanin em ê pêkanînên wan ên faşîst di hiqûqê teşîr bikin. Ditirsin ku em ê wan bidarizînin.
 
*Ji Mêrdînê gelek hevserok hatin girtin, banga we ya ji bo jinên Mêrdînê çi ye?
 
Jin di aştiyê de israr dikin. Li hemû bajarên Kurdistanê û bi taybet li Mêrdînê îradeya jinê hatiye xespkirin. Ez di serî de bang li jinên Mêrdînê û hemû jinan dikim ku li dijî zîhniyeta tarî têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û polîtîqaya şerê qirêj rawestînin.