KADEM a tayînê şûna saziyên jinan yên hatine girtin, kirin

  • 09:26 26 Cotmeh 2017
  • Ramyarî

Duygu Erol

ENQERE - Piştî qeyûm hatin tayînkirin şûnde 52 saziyên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Piranî saziyên hatin girtin jî dewrî KADEM’a bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn hatin kirin.
 
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bûn şûnde saziyên jinan ji bo xwe kirin hedef. Qeyûman heta niha 52 saziyên jinan girtin. van qeyûman  midûriyetên polîtîkayên jinan girtin û jin ji kar avêtin. Bi KHK’yan gelek jin hatin îxrackirin.  Ji bo saziyên jinan jî mêr hatin tayînkirin.  Gelek xebatên saziyên hatin astengkirin û dewrê Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) hatin kirin.
 
KADEM ya îdia dike armanca wan wekheviya zayendî û avakirina demokrasiya jinê ye, li dijî girtina hevşaredaran ya îradeya jinê bû li dijî girtina saziyên jinan, tayînakirina  mêran a saziyan jî bêdeng ma.
 
Hedefa ewil KJA bû
 
Di demên dawî de êrîşên cidî li dijî destkeftiyên jinan hene. Bi taybet bi KHK’yan di şevekê de  Kongreya Jinan a Azad (KJA) hat girtin.  Bi girtina KJA’yê re dewletê êrîşî pergala hevserokatiyê, koperatîfên jinan û kotaya, jîneolojiyê kir. 
 
Saziyên jinan û stargeh hatin girtin
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Navenda Pêkanîn û Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinan (DÎKASUM), Akdenîz: Navenda Jinan a Îştarê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojînê, Komeleya Jinan a Cerenê, Komeleya Jinan a Selîhe, navenda Jinan a Jiyanê, stargehên girêdayî şaredariya Amed û Mersînê jî hatin girtin.