HDP’ê 4’ê mijdarê ‘Roja ji hilbijêrên girtî re azadî’ îlan kir

  • 11:40 25 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
ENQERE – HDP’ê roja 4’ê Mijdarê ku hevserokên HDP'ê yên Giştî û parlementerên wan hatibûn girtin wek “Roja ji hilbijêrên girtî re azadî” îlan kirin. HDP xwe amade dike ku bi çalakiyên cur bi cur balê bikişîne ser parlamenter û siyasetmedarên girtî.
 
Di 4’ê mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin û girtin. Salek di ser girtina hevserok û parlamenteran re derbas dibe. Bi munasebeta vê rojê HDP xwe ji bo çalakiyan amade dike. 
 
Di vê çarçoveyê de HDP'ê roja 4’ê mijdarê ku hevserokên wan ên giştî û parlementerên wan hatibûn girtin wek “Roja ji hilbijêrên girtî re azadî” îlan kir. HDP dê di 3-4’ê mijdarê de li gelek navêndên herêmê û Tirkiyê çalakî û bernameyên cur bi cur li dar bixe û bi van çalakiyan wê balê bikişînin ser girtina parlamenter û siyasetmedaran. 
 
Li gel çalakiyên li kolanan wê di rojeva HDP’ê ya Meclîsê de jî salvegera 4’ê mijdarê be.