Serpîl Kemalbay: Em ê li dijî qanûnên ku jinan tine dike têbikoşin

  • 09:14 25 Cotmeh 2017
  • Ramyarî

Medîne Mamedoglu

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sepîl Kemalbayê  qanûna miftîtiyê ya di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de hatiye qebûlkirin nirxand û got: “Em ê jin hem li parlamento û hem jî li kolanan ji bo ev qanûn şûnde bê kişandin têbikoşin. Em qanûnên ku jinan tune dihesibînin nas nakin.”
 
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay berteka xwe ya li dijî qanûna ku rayeya birîna mehrê dide meleyan, anî ziman û got wê jin li dijî qanûnê têbikoşin û wê her tim li dijî van polîtîkayan bin.
 
‘AKP’ê rûyê xwe yê rast di nav demê de nîşan da’
 
Serpîlê destnîşan kir ku bi polîtîkayên AKP’ê kirine jiyanê ji van qanûnan re jî zemîn amade kiriye û wiha pê de çû: “Roj bi roj polîtîkayên dijminê jinê derketin holê. AKP’ê li her derê di daxuyaniyan de digot bila jin tenê li malêbin.  Lê dema AKP hat desthilatdariyê xwe wek partiyek girîngî dida jinan da nasîn. AKP ya desthilatdariya xwe saxlemtir kir rûyê xwe yê rast jî derxist holê.  Îro jî polîtîkayên dijminantiya jinê bi awayekî aşkera îfade dikin.”
 
‘Rêbaza ku ewil AKP serî lê dide ye’
 
Serpîlê di berdewamiyê de bi lêv kir ku AKP’ê hewl daye bi OHAL û KHK’yan destkeftiyên jinan tune bikin û  AKP îdia dike ku dewletek nû û rejîma yek kesî ava bike. Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di qada xebatê de bi wekheviya zayendî re di sererastkirina qanûnî û di hemû qada jiyana civakî de dixwaze van qezencan şûnde bikişîne.  Hemû desthilatdariyê faşîst yên cîhanê ji bo polîtîkayan li ser jinan bimeşîne serî li vê rêbazê didin.”
 
‘Bi OHAL û KHK’ê zemîn ava kirin’
 
Serpîlê anî ziman ku AKP bi OHAL û KHK’ê ji van polîtîkayan xwe xwedî dike û di pêvajoya dawî de herî kêm 5 jin hatine qetilkirin. Serpîlê jinên li ber meclîsê li dijî qanûna miftitiyê hatin cem hev bibîr xist û got hewl hatiye dayîn ku jinan ji erdê re kaş bikin û pêşî lê bigirin û got: “AKP tehemulê çalakiya deokratîk a jinan nake. AKP ji pêkanînên faşîzan xwedî dibe.  AKP dibêje ‘ez nirxên îslamî diparêzim’ û bi vê polîtîkayê dike lê ev rastiyê nîşan nade. Nehatiye bersivandin ku miftî çima bi mehra olî hatiye rojevê û em bersiva vê baş dizanin. Ji bo jinan û civakê mijûl bike tiştek wisa avêtin holê. Lê jin wê li dijî vê têbikoşin û li qada bin. Jin wê jiyana azad bi destê xwe ava bikin.