Dayikên Aştiyê ji meclisê bang kirin

  • 14:50 24 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemal Bay di Koma Civîna HDP'ê ya jinan a li Meclisê de axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Serpîl anî ziman ku Tirkiye bi rewşa nediyar a Ocalan di nava talûkeyekê de ye û wiha got: "Ev propagana tarî ya li ser Ocalan Tirkiye dixe nava şerekî kûr." 
 
HDP'ê civîna Koma xwe ya li meclîsê pêk anî. Di civînê de Meclîsên Dayikên Aştiyê yên ji Enqere, Konya, Mûş, Eskîşehîr û Stenbolê hatin û Dayikên Şemiyê tev li civînê bûn. Dîsa gelek nûnerên saziyên jinan tev li civîna meclîsê bûn. Di civînê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay axivî û geşedanên di rojevê de nirxandin. Kemalbay, bal kişand ser êrîşa li dijî nivîskar Îhsan Eliaçik. Prof Îbrahim Kaboglu û wiha got: "Êrîşên li dijî zanyar, alim û rewşanbiran, di hemû qadên jiyanê de gefan li mirovan dixwin. Li Wanê dema xanî hatin xerakirin bi bombeyên gazê îrîşî mirovan kirin. Me ew piştevanî û êrîş ji bîr nekirin. Dayikên Aştiyê yên ku ji gelek bajaran hatin bang li serokwezîr kirin û wiha gotin: "Îro bi me re hevdîtinê bikin û bi birez Ocalan re hevdtîinê bikin. Ji ber ku birez Ocalan ji aştiyê pêve tu tiştek nedxwet."
 
Civînê bi axaftina Hevseroka HDP'ê  Serpîl Kemalbay dest pê kir. Serpîl di axaftina xwe de 6'emîn salvegera erdheja li Wanê bi bîr anî û bal kişand ser rewşa girtiya 78 salî pîra Sîsê Bîngol ku girtî û wihagot: " Her roj operasyon tên kirin. Pîra Sîsê ku 78 salî ye hat sirgûnkirin. Em ji vir silavên xwe jê re rê dikin. Em pitika bi navê Mîrza ku bi dayika xwe re girtî ye û ji serê xwe birîndar bûye jî hembêz dikin."
 
Serpîl di berdewamiya axaftina xwe de , bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Yek ji xalê herî giran tecrîda mutlak a li ser Birêz Ocalan tê meşandin e. Li gorî nûçeyên medya civakî yên der barê tenduristiya Ocalan de me dixe nava fikaran. Der barê ewlehiya tenduristî û ewlehiya canê Ocalan de pirs zêde ne. Bi sinîrê Tirkiye dilîzin. Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda mutak de ye. Ji bo kesên fikrên Ocalan dişopînin fikarek gelek zêde ye. Li ser axa kurdan û rojava der barê ewlehiya canê Ocalan de propaganda reş te kirin. Ev talûkeyek mezin bi xwe re pêş dixe. Ev propaganda şerê heyî bêtir geş û sor dike. Ji bo der barê rewşa Birêz Ocalan de agahiyên zelal bên parvekirin divê parêzer û malbata Birêz Ocalan bi lezgîn biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevditin bikin. Em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em bang li hikûmetê dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin."