Ceylan Bagriyanik: Divê her kes berxwe bide!

  • 09:30 21 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Ceylan Bagriyanik a di heyeta Îmraliyê de cih digire, der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nûçeyên dawî yên di çapemeniyê de derketine de axivî û got: “Bila nebza gel û jinan neyê pîvan. Em der barê 'jiyana xwe ji destdayînê de' gotinekê naxwazin bînin ser ziman lê hinek ketine hewldana vê yekê. Em hînê vê yekê nabin. Em ê berxwe bidin. Ez bang li hemû kesan dikim ku li dijî vê yekê berxwe bidin."
 
Ji heyeta Îmraliyê Ceylanê der barê rewşa Abdullah Ocalan û hewldanên heyetê de nirxandin kir û got: “Heyet herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de çû cem Abdullah Ocalan. Ji wê rojê şûn de hevdîtin nehat kirin.  Herî dawî li ser girêva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên Kurd Mehmet Ocalan çi bû?  Ev salek e tu hevdîtin nayê kirin.”
 
‘Ji aliyê civakê ve hat qebûlkirin’
 
Ceylanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li dijî perspektîf û felsefeya Abdullah Ocalan jî êrîşek heye û ev tişt daxuyand: “Ji ber felsefeya Rêbertiyê di civakê de tê qebûlkirin tecrîd jî tê giran kirin. Polîtîqayên heta niha pêk tên di encama vê de tên jiyîn.  Ji 2011’an heta niha bi parêzeran re tu hevdîtin nehatiye kirin. Binpêkirineke mafan divê li ser tu girtiyî pêk nê.”
 
‘Berxwedan deynê me ye’
 
Ceylanê anî ziman ku hikûmetê bi qedandina Mutabakata Dolmabahçeyê  pêvajoya şer daye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû cîhanê jî ev dîtiye. Hikûmet ji bo desthilatdariya xwe bidomîne şer kûr kir.  Hevdîtina bi Rêbertiyê re tenê bi gotinekê dikare pêk bê lê tevî hemû hewldanan pêngav nehatiye avêtin.   Rêbertiya me berxwedanek mezin pêk tîne.  Heta rêbertî azad nebe berxwedan deynê me ye.”
 
Ceylanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bê rêbertiyê jiyan û azadî nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî tecrîdê em neçarin bikevin nav berxwedanek mezin.  Felsefeya Ocalan îro li hemû cîhanê bi eleqeyek mezin tê şopandin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê herî zêde têbikoşin.”