Li Enqereyê pêkanînên JÎTEM’ê yên polîsan

  • 09:15 20 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
Habîbe Eren\Esra Aydin
 
ENQERE - Di demên dawî de pêkanînên tehdîd û revandinê yên polîs û koma xwe wek Tîma Ewlehiya Cemawerî (KGT) dide nasîn zêde bûne. Herî dawî polîs bi telefonê li Seroka ESP’a Enqereyê Dîdar Gulê geriyan û tehdîda ‘dor hatiye te’ kirin.  Dema ji bo gilîkirinê serî li dozgeriyê jî dan bersiva ‘Hun xistine qunçik, ma çi dibe’ hat dayin.
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûde bi OHAL’ê re îşkenceya di bin çavan de û bûyerên revandinê zêde bûn. Bi taybet li Enqereyê gelek ciwan hatin revandin û rastî îşkencê hatin. Herî dawî dîsa li Enqereyê xwendekara zanîngehê Denîz Bahçecî ji aliyê Tîmên Ewlehiya Cemawerî ve hat revandin û rastî tehdîda tecawizê hat û îşkence dît.
 
Herî dawî jî seroka ESP’ê ya Enqereyê û endama Platforma Jinan a Enqereyê Dîdar Gul ji aliyê polîsan ve hat lêgerînkirin û rastî tehdîdê hat.
 
Piştî JÎTEM’ê KGT
 
Dîdar Gul ku bi awayekî sîstematîk rastî tacîza polîsan hat diyar kir ku piştî OHAL’ê zext zêde bûne û got kesên xwe wek KGT’ê bi nav dikin mirovan direvînin û tehdîda mirin û tecawizê li wan dikin.
 
Kesên polîtîk tên revandin
 
Dîdarê ev gotin anîn ziman: “Li hinekan ferzkirina ‘divê ji vir biçî’, ji bo hinekan ferzkirina ‘tu yê bi me re hevkariyê bikî’ tê kirin. Herî dawî hevala me Denîz revandin. Du meh berê jî endamê Meclîsa HDP’ê  Ozan Can jî hat revandin. Dîsa gelek hevalên ji saziyan ev tişt jiyan. Di dema dawî de li Enqereyê em KGT’ê û bûyerên revandinê pir dibihîzin.
 
Bersiva dozger: Hun xistine qunçikê ma çi dibe
 
Dîdarê diyar kir ku piştî bûyerên revandinê serlêdana sûc kirine û ev tişt got: “Dozger bi awayekî rehet got ‘hun xistine qunçikê, ma çi dibe’. Lê em têkoşîna li hemberî vê didin. Em ê serlêdanên sûc berdewam bikin.”
 
Dîdarê diyar kir ku herî dawî ew rastî tehdîdê hatiye û got: “Di rojên borî de li min geriyan û gotin ‘Dor hatiye te. Em niha dizanin ti li Keçîorenê ye.Em tên.’ Piştre telefon hat girtin.  zanîna cihê min nîşan dide ku îstîxbarek xurt girtine.  Ji ber ez li Keçîorenê namînim. Ez li Çankayayê dimînim. Lê wê rojê ez li mala hevalek xwe bûm, xuyaye ez şopandime.  Polîsan berê jî dişopand lê yekem car ez tehdîd kirim.”