Feleknas Uca: Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurde

  • 09:10 20 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucayê bi lêv kir ku divê der barê nûçeyên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derdikeve de hewldan bên destpêkirin û her wiha diyar kir ku Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e û ji tiştekî biçûk CPT û AKP berpirse.
 
Şert û mercên tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tên berdewam dikin û serlêdanên malbat û parêzeran yên ji bo hevdîtinê jî tên redkirin. Li ser çapemeniya civakî nûçeyên der barê ku jiyana xwe ji dest daye hatin weşandin. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxuyanî da û got ev nûçe bê bingeh e. Li ser vê gelê kurd û dostên kurdan li her aliyê cihanê dest bi çalakiyan kirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî bi lêv kir ku divê demildest malbat, an parêzer û an jî heyeta Îmraliyê biçe hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike.
 
Feleknasê daxuyakirin ku ev 19 sal e di şexsê Abdullah Ocalan de 40 mîlyon kurd dîl hatine girtin û bi salane parêzer û malbat nikarin hevdîtinê pê re bikin.
 
‘Em ji daxuyaniya dozger bawer nakin’
 
Feleknasê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd li dora rêbertiyê bû xelek dewlet neçar ma hevdîtinê bike.  Lê di roja îro de ku qedera kurdan û sînorê Rojhilata Navîn ji nûve tên xêzkirin de tecrîd dîsa giran bûye. Niha nîqaşek heye lê dizanin ku Ocalan ji bo gelê Kurd girînge.  Dewlet dizane ku Rêber Apo xeta sore.  Em bi daxuyaniya dozger bawer nakin. Heva malbat, parêzer an jî heyet hevdîtinê neke em bawer nakin.”
 
‘Rêbertiyê îradeyek mezin nîşan da’
 
 Feleknasê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê zextên li ser Îmraliyê zêde bûn û dîsa hedef Abdullah Ocalan bû û piştre ti agahî nedan. Feleknasê ev tişt daxuyand: “Abdullah Ocalan di nav çar dîwaran de ji bo azadiya gel îradeyek mezin nîşan da.  rayedarên dewletê dema hevdîtin bi Ocalan re dihat kirin dildar bûn.  Fikr, pirtûk û nîşeyên wî dişopandin.  Li wan dinêrtin û didîtin ku îdeolojiya wî tê qebûlkirin.  Di rewşa ku tiştek bê serê Rêber Apo hikûmet û CPT berpirse. Bi rojane gelê Kurd rabûne ser piyan. Roj roja xwedî derketina li Rêbertiyê ye.”