Hilweşîna Sûr û Fiskayayê: Armanc eve ku xeta nasnamebûnê tine bikin

  • 09:27 17 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hilweşîna li Sûrê berdewam dike û niha Fîskaya jî bi hilweşînê re rû bi rû ye.  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalpê diyar kir ku dixwazin xeta nasnamebûnê ya Amedê tine bikin û wih agot: “ Rastiya gelê Kurd ya berxwedêr heye. AKP ya vê dibîne dixwaze wir veguhere qada rant û bazirganiyê. Her wiha dixwaze dîroka wê tine bike.”
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê bi hinceta rêveberiyên xweser 6 tax hatin tinekirin û niha li Alîpaşa û Lalabey didome.  Welatî bi bîryarin ku xaniyên xwe terk nekin û dewlet bi zor xaniyan vala dike.  Taxa Fîskayayê ya Yenîşehîrê jî bi biryara dawî re niha bi hilweşînê re rû bi rû ye.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalpê polîtîkayên hilweşînê yên li Kurdistanê nirxand û got: “Zilma herî mezin li gelê Kurd hat kirin.  Lê tiştekî bê guhertin nema.  Ji vir şûnde jî wê neguhere.
 
Li dijî polîtîkayên dewletê têkoşîna Kurd
 
Sîbelê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Nêzîkatiya li dijî Sûrê wêneyê nêzîkatiya li dijî Kurdane. Dema mirov li Sûrê dinêrin pratîka dewletê ya li dijî Kurdan tê dîtin.  Dema mirov li Fermana Şark Islahatê dinêrin her tişt li holê ye. Di navberê de sedsal derbas bû tiştên hatine kirin li holê ne. Nêzîkatî neguherîne. Êrîş didomin.  Lê aliyekî din heye. Ev jî guherîna Kurdane.  Bi dehan carî rastî êrîşan hat. Lê têkoşîna xwe meşand.”
 
‘Wê xeta ku Amed kiriye Amed tine bikin’
 
Sîbelê di berdewamiyê de ev tişt vegotin: “Li Sûrê 6 tax tine kirin. Niha li 2 taxên din dixin.  Fîskaya jî di nav planên hilweşînê de cih digire.  Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê jî hatine asta dawî ya hilweşînê.  Mehek berê biryara hilweşîna Fîskayayê ji lijneya wezîran derbas bû.  Wisa xuyaye ku dixwazin xeta ku Amed kiriye Amed wê tine bikin.”