'HDP wê her bibe hêviya gelan'

  • 15:18 16 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê derbarê 5'emîn salvegera partiya xwe de daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê HDP her bibe hêviya gelan.
 
Rêvberiya Partiya Demokrtatîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê li avahiya xwe derbarê 5'emîn salvegera partiya xwe de daxuyanî da.  Di daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê ya Enqereyê hat lidarxistin de Rêvbera Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê Derya Bakir avivî .Derya diyar kir ku HDP ji her ku hatiye damezradin bûye hêvî ji bo gelan û bal kişand ser tundiya ku ev du sal e li dijî partiya wan berdewam dike. 
 
Derya girtina hevserok, piraniya parlamenter û rêveberên partiyê jî bi bîr xist  û diyar kir ku li dijî hemû êrîşan jî partiya wan ji gelan hêzê digire û li ser piyan e. Deryayê bal kişand ser êrîşên li dijî partiya xwe jî û diyar kir ku ev polîtîkayên bêzarkrinê ne. Derya wiha got: "Tu hêz bi darê zorê li ser piyan nemaye. Ji ber vê temenê siyaseta AKP'ê jî wê ne dirêj be. Wê ew jî wekî Menderesan, Kenan Evren, Çîller wê AKP jî biçe."
 
Derya herî dawî wiha got: "Em ê bibin kabûsê we û bibin hêviya gelan. Bila vê dost û dijmin bizanibin. Em ê teqez bi ser kevin."