‘AKP li Kurdistanê mahkumê wendakirinê ye’

  • 09:13 14 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Hevseroka DBP’a Amedê Ruken Akçayê  biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ ya jib o Fîskayayê hatiye girtin û hilweşîna li Sûrê berdewam dike nirxandin kir û diyar kir ku AKP ya ji bo rantê Kurdistanê talan dike wê bê mahkumkirin.
 
Li taxên Lalebey û Alîpaşeyê ji 23’ê Gulanê heta niha hilweşîn didome û di 11’ê Tîrmehê de di lijneya Wezîran de ji bo Fîskayayê biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ hat girtin. Hevseroka DBP’ê ya AMedê Ruken Akçayê  der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Qadên ku gel bi bedelên mezin têkoşînê lê didin, bêgumanw ê ji desthilatdariyê re nemîne. Hun dikarin malê gel talan bikin lê  wê mirov têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘AKP ji berxwedanê ditirse’
 
Rukenê da zanîn ku  cihên wek Sûrê yên di alî dîrokî û çandî de xwedî girîngiyek mezinin dixwazin bên tinekirin û wiha pê de çû: “AKP wek Osmaniyan li bajarên ku dişewitîne dixwaze  hişê xwe biafirîne.  Ji ber AKP ji hişê berxwedanê ditirse.  Li Sûrê tenê Kurd najîn. Li dijî hemû gelan ev êrîş pêk tê.”
 
‘Sûr bajarê jinane’
 
Rukenê diyar kir ku Sûr bajrekî jina ye û got: “Ez jî li Sûrê hatim dinê û mezin bûm. Min seranserê jiyana xwe dîroka Surê hîs kir. Me li Sûrê li taxan bîhna xwe digire.  Dema mirov îro li Sûr û Fîskayayê dinêrin  dibînin ku siyasetek xeter û cidî tê meşandin.  Lê wê gel desturê nedin va polîtîkayên hilweşînê.”